Lîstikvana sînemayê Evîn Ehmedî di nav 10 stêrkên Ewropa de ya 2022a ye

.

Juriya navneteweyî ya Fîlmên Ewropa Promotion (EFP) lîstikvana swêdî - kurd Evîn Ehmedî, temenê wî 31salîye, yek ji wan ji deh Stêrkên Ewropî ji bo sala 2022an hat binavkirinê.

Evîn Ehmed wek yek î ji aktorên herî hêvîdar û balkêş li Ewropayê hat hilbijartin.

Gor motivasyona jûriyê:
Evîn Ehmed enerjiya xwe bi gellek aliyan ve  bi ostayî hevûdu  girêdide û her weha xwediyê hestek hişmendiya mîzahêye. Cazîba/ dilnivaziya wê tabîî û bêmirês/ sade ye.


Ehmedî dibê: - Ev bi rastî tiştek ku min xeyal dikir bû!  Bi salan e ez festîvalê dişopînim.


Çapa îsal ya Ewropa Shooting Star, dê bibe ya 25emîn li pey hev û deh lîstikvanan dê pêşkêşî çapemenî, temaşevan û pîşesaziya sînemayê ya navneteweyî bike.  Bernama festîvalê wê di 11-14ê Sibatê de di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Berlînê de pêk bê.

Di payîza 2017an de yekem romana wê ya bi navê "Rojek ez ê qesra pereyan ava bikim"  hat çapkirin.   

Evîn hê 16-salîtiya xwe de dest bi fîlma xwe ya dirêj kir. Heta niha gelkek filmande rol girtiye. Evîn Ahmed Şereftî  bûye karê xwe de.

Hin nimûnên filmografî ya Evin Ahmed:

- Ett öga rött (2007) 
- I nöd eller lust (2015)
- Dröm vidare (2017) 
- Vilken jävla cirkus (2017) 
- Girls of the Sun (2018) 
- Ring mamma! (2019) 
- Vår tid är nu ( 2019)
- The Rain. ( 2019)
- Tusinami  (2020)
- Snabba cash ( 2021)

https://www.dn.se/kultur/evin-ahmad-utsedd-till-shooting-star/

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir