Dilawer Ajgeyî
Di çend dehsaliyên borî de, Bruksela paytexta Yekîtiya Ewropayê (YE) bû navendeke giring a biryardana ewropî li ser mijarên girîng ên stratejîk, siyasî, aborî û ewlehiyê yên girêdayî YE û cîhanê.
Vê navenda girîng a biryardanê, piştî Washingtonê, Bruksel kir jîngehek ji lobîstan re ku hewl didin ji bo berjewendiyên xwe bandorê li ser encamên siyaseta giştî û derve ya YE dirust bikin.
Li gor peymanekê li navbera Komîsyona Ewropa û Parlementoya Ewropayê, lobîkirin bi vî rengê li jêr tê pênasekirin: Hemû çalakiyên ku tên encamdan ji bo dirustkirina bandora rasterast an ne rasterast li ser sazkirin an cîbicîkirina siyaseta YE û her wiha li ser proseya biryardana saziyên ser bi YE bi rêya aliyên derveyî, medyakar û rojnamegeran, girêbesta bi navendên pêşeyî, saziyên fikrî, platform, senter, kampanya û insyatîfên bingehdar re.
Formulekirina pênaseyeke hûr ji lobîkirinê re ne karekê hêsan e. Lobîkirin wek amûreke çalak ku bandorê li ser rêveçûn û encamên polîtîkayên welatan dike tê pênasekirin.
Bi mebesta nîşandana bandorê li ser rêveçûn, pêvajo û encamên siyasetan lobîkirin nola amûrekê tê sêwirandin. Lobîkirin zanyariyan vediguhêze ji bo biryarderên girêdayî pejirandina siyaseta ku biryar li ser hatiye wergirtin.
Lobîkirin wek kanal, navgîn û materyalekê ji bo veguhastina zanyariyan ji civîn û cihên taybet li navbera komên berjewendîxwaz û siyasetmedaran û stafên wan û birîkarên wan tê sêwirandin.
Li vir wek amûrekê ji bo lobîkirinê mifa ji zanyariyan tê wergirtin. Lobîkirin demekê serkeftî dibe heger biryarder bikevin bin bandora lobîstan û biryarekê derxin ku hevdemî xwerist, armanc û arasteya karkirina lobîstan be. Ji vê zêdetir jî karê lobîkirinê demekê serkeftinê bi dest xwe ve tîne, gava lobîst pêşî li derxistina biryarekê digirin an jî pêrewkirina siyaseteke ew dijî ne, radigirin.
Li gor pênaseya fermî ya YE, lobîkirin ji dirustkirina kartêkirina rasterast an ne rasterast li ser sazkirin an cîbicîkirina siyaset û proseyên biryardanê pêk tê.
Bi danberheva van hemî pênaseyan re, em dikarin bibêjin ku YE pênaseyeke giştane û berfirehtir ji bo lobîkirinê nîşan dide. Li gor vê danasînê, kartêkirina li ser biryarderên YE bi mebesta bidestxistina encamên siyaseteke taybet an helwesteke siyasî ya armancdar e. Di vê rewşê de, lobîkirinê armanca xwe hingavtiye û kariye bandorê li ser siyaseta YE bike.
Bi pêdana zanyariyan û şehrezatiya li ser mijarên civakî, aborî, û pîşesazî dibe ku bandora lobîstan li ser biryarderan jî hebe. Di encamê de, pêdana zanyariyan bi biryarderan dibe kilîda gihiştina bi siyasetmedar û çavkaniyên biryarê li YE.
Ji bo ku destê lobîstan bigihe çavkanî û rêveçûna sazkirina siyasetê li saziyên YE, pêwîst e lobîst zanyariyên giring û hestyar pêşkêşî biryarderan bikin. Bi wateyeke din, lobîst û biryarder di pevguhertina zanyariyan di navbera xwe de hevkariya hev dikin. Lewra divê lobîst bi başî xwediyên zanyariyên giring, hûr, rast û dirust bin ji bo ku bikarin bandorê dirust bikin.
Stratejiya lobîstan
Seba gihiştina armancên xwe yên destnîşankirî, lobîst stratejî û rêyên taybet dimeşînin. Ango ji bo gihiştina bi armancên cuda cuda, stratejî û tedbîrên cuda dimeşînin û metodên çalak bi kar tînin.
Li wê gorê ku siyaset li piraniya saziyên cuda yên YE têne amadekirin û biryar li ser wan tê dayîn, cureyên zanyariyên ku ji hêla lobîstan ve têne pêşkêşkirin cuda ne, lê belê taybetmendiya amadekirina yasa û biryarên stratejîk girêdayî Komîsyona YE ye.
Lewma Komîsyon cihê yekem e ku lobîst lê diqesidin û hewla lobîkirinê lê didin. Lewra jî serkeftina bandor û kartêkirina lobîstan girêdayî wê lobîkirinê ye ku di qonaxa dariştina siyaset û yasayê de encam didin. Ji bo ku destwerdan herî bibandor be, divê lobîkirin di qonaxên paşê yên pêkanîna siyasetê de bi pêşkêşkirina agahdariya siyasî bi kalîteya bilind û têkildar were pêkanîn. Ji ber vê yekê hebûna zanyarîyê bi kalîteya bilind kilîda serkeftina lobîkirinê di tevaya pêvajoya lobîkirinê de ye.
Komîsyona YE ew saziya berpirsiyar e ku li gor yasaya YE siyaset, yasa û qanûnan formule dike û lewra jî cihê balkêşiya lobîstan e li wê gorê ku Komîsyon tekane saziya YE ye ku desthilata wê ya pêşniyarkirina yasa û cureyê siyaset û zagonan heye.
Komîsyon dikare cureyên cuda yên pêşniyarê ji bo siyaset û stratejiyê amade bike. Paşê Komîsyon pêşniyaran dişîne komîteyeke têkildar a Parlamentoya Ewropayê ji bo ku gotûbêj li ser wan bên kirin an bên sererastkirin û ji Plenuma Parlamentoya Ewropayê re bên şandin ji bo ku di civîna giştî de werin nîqaşkirin û deng li ser wan were dayin.
Piştî ku li sala 2009 biryar li ser Peymana Lîzbonê hate dayin, Parlamentoya Ewropayê bû beşeke sereke ji pêvajoya sazkirina sîyasetê li YEyê û desthilata biryardana li ser tevaya yasa û siyasetan li ser asta YEyê bi dest xwe ve anî. Vê guhertina li desthilata yasadanîna Parlamentoya Ewropayê derfeteke zêdetir da lobîstan da ku bigihin armancên xwe û di encamê de bû cihê balkêşiya wan a zêdetir bi merema lobîkirinê.
Ango lobîstan ji niha û bi şûn de dikarîbûn ji aliyekê ve çalakiyên xwe li Parlamentoya Ewropayê encam bidin ji bo ku serkeftina ku di Komîsyonê de bi destê xwe ve anîbûn garantî bikin û ji aliyekê din ve derfeteke din di asta Parlamentoya Ewropayê de ji wan re dirust bû da ku di egera şikestina xwe di Komîsyona YEyê de, berê xwe bidin parlamentoyê.
Parlamentoya Ewropayê ji frakisyonên siyasî yên cuda yên çep û rast pêk tê, ku li ser hîmê grûpên siyasî yên birêxistinkirî ne û ne li ser hîmê welat in. Niha Parlamentoya Ewropayê ji heft frakisyonên siyasî pêk tê û tu partiyeke siyasî bi tenê ne piranî ye; lewma divê gotûbêj û hevkariyê bi hev re û tew tenazulê jî ji grûpên din re bikin ji bo bigihîjin armancên xwe.
Ji bo lobîstan ev tê wateya ku nabe çalakî û armancên wan berovajî nêrîna piraniya komên siyasî bin. Îro Parlamentoya Ewropayê ji 705 endaman pêk tê û bê guman lobîkirina vê hejmara zêde ya endamên Parlamentoya Ewropayê karekê dijwar e.
Lewma lobîger bêhtir li ser komên mezin wek Demokratên Xiristiyan û Sosyal Demokratan dixebitin û razîkirina wan her du koman ango gihiştina armancên ku destnîşan kirine û karên wan ên herî li pêş in. Ev zêdebarî ku lobîkirina parlamenterên diyar û xwedî bandor ji komên din beşeka din a karê lobîstan e.
Hêjayî gotinê ye ku lobîkirin bi rêya kompaniyên taybet ên lobîkirinê ku xwediyên wan kesên şehreza, xwedî ezmûn û pispor in tê pêkanîn û budceyeke taybet jê re tê veqetandin. Li gor daneyan, her sal bi tenê li ser asta YE, tibaba 1.8 milyar euro ji bo karê lobîkirinê tên xerckirin, bi rêya 12 hezar şirket û rêxistinên cuda ku 48 hezar kesên pispor, şehreza û tecrûbedar di wan de dixebitin.
Her wek min behs kir, danîna stratejiyekê ji bo lobîkirinê û destnîşankirina armancê pêngava sereke ye di lobîkirinê de. Ya ku giring e li vir bê diyarkirin mekanîzma dirustkirina biryarê ye ku giring e kesên lobîst bi hûrî şirove bikin ji bo ku bizanin divê li ku dera proseya dirustkirina biryarê bandora xwe nîşan bidin da biryar li berjewendiya wan kuta bibe yan beşekê ji armancên wan pêk bîne.
Eşkere ye mekanîzma biryardanê ji welatekê heta welatekê û ji saziyekê heta saziyekê diguhere. Lewra giring e ji bo her welat û saziyekê stratejî û tedbîrên taybet bi wî cihî werin wergirtin. Li vir divê em vê pirsê ji xwe bikin gelo miletê Kurdistanê û nexasim Herêma Kurdistanê heta kîjan astê mifa ji lobîkirinê wergirtine ji bo pêkanîna armancên xwe? Heger ew lobî ne wek pêwîst bû, pirsgirêk li ku ne û çawa dikarin bên çareserkirin?
Ev û çend pirsên din ku pêwîst e bi şêwazeke zanistî lêkolîn û şirove li ser wan bên kirin û kurd wek gelên din bibe xwediyê stratejiyeke tekûz û bibandor a lobîkirinê li ser asta cîhanê.
ÇAVKANÎ: RÛDAW