Lûtkeya G20 li Osakaya Japonê destpê kir

Lûtkeya serkirdeyên G20 li Osakaya Japonê îro destpê kir.



Serkirdeyên cîhanê yek bi yek ji bo beşdarîkirin di 14mîn Lûtkeya G20 de gihîştine Japonê û îro ev lîtkeya giring li bajarê Osaka yê wî welatî destpê kir.
 
Serokwezîrê Japonê û serokê vê xûla G20ê Şinzo Abe serpireştiya Lûtkeya Osaka dike.
 
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Çînê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Hindistanê Modi û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serkirdeyên welatên din ên endamên G20ê di Lûtkeya Osaka de amade bûne.
 
 
Lûtkeya vê carê ya G20 di demekê de ye ku aloziyên navbera Îran û Amerîkayê zêde bûne û 8 sal bi ser kirîza Sûriyê re jî derbas bûne, herwiha kirîza Venezuellayê û şerê bazirganiyê yê di navbera Çîn û Amerîka û Rûsya û Amerîkayê de jî berdewam in.
 
Li gor agahiyan, civîn dê herî zêde bala xwe bide ser Serokê Amerîkayê bi taybet ev kempîna ku Trump li dijî Îranê destpê kiriye û niha bûye rojeva hemû cîhanê.
 

Donald Trump dê li Japonê çend civînên giring jî bi serkirdeyên welatên cîhanê re saz bike ku yên herî giring jî dê li gel Serokê Rûsyayê û Serokê Çînê bin, Trump amade nebû bersiva rojnamevanan bide dema ku derbarê civîna wî li gel Putin de pirs jê kirin.
 
Trump ji rojnamevanan re got: “Ez ê gotûbêjeke baş bi wî re bikim û ez dê li gel wî behsa mijarên navdewletî bikim.”

Tê texmînkirin kirîza Îranê mijara sereke ya gotûbêjên navbera Trump û Putîn be.
 
Sedemeke din ku giringiyeke taybet dide vê gera G20 ev e ku îhtimal heye bibe derfetek bo aramkirina aloziyên navbera Washington û Tehranê.
 
 
G20 forumeke cîhanî ye hikûmet û banka cîhanî li ser astê 19 welatan  û Yekîtiya Ewropayê têde beşdar in, amanca vê danîna siyasetekê ye bo pêşxistina asayîşa darayî ya navdewletî

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye