Lûtkeya Welatên Erebî û Îslamî bidawî hat û beyannameyeke hevpar hat parvekirin

.

 Lûtkeya Welatên Erebî û Îslamî bidawî hat, li dawiyê jî çend rasparde li ser şerê Xezze û Libnanê û êrîşên Israîlê di beyannameyekê de hatin parvekirin.

Lûtkeya Welatên Erebî û Îslamî li Riyaza paytexta Siûdiyeyê hat lidarxistin, li dawiyê beyannameyeke pirî hûrgilî li ser aloziyên Rojhilata Navîn û şerê Israîlê bo ser Filistîn, Libnan, Îran û Îraqê hat derxistin, herwesa biryar hat dan ku alîkariyên bilez ji bo Xezze û Libnanê bên gehandin.

Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî ji aliyê xwe ve rûniştên wê lûtkeyê wekî şkomendî ji bo serkirdeyên Ereb binav kirin, herwesa rolê Îraqê jî bilind nirxand ji ber ku Serokwezîrê Îraqê ji bo rûniştineke wesa ji bo danûstandinên li ser Xezzeyê pêşeng bûye.

Basim Ewadî herwesa got, “Serkirdeyên wê lûtkeyê daxwaziyeke fermî bi tevlîbûna 40 welatên Erebî pêşkêşî Civata Ewlehiyê dikin, ji bo rawestandina bilez a şerê li ser Xezze û Libnanê.” Dûr jî dibîne ku daxwaziyeke wesa bê redkirin.

Şirovekerên siyasî jî dibêjin ku, gelek lûtkeyên welatên Erebî yên bi wî awayî hatine lidarxistin û biryar li ser gelek mijarên navxweyî û navdewletî hatine dan, ji wan jî doza Filistînê ku heta niha encamên wan jî tenê nivîsarên ser kaxezê bûne û çi dî ne. Şiroveker sedema wê yekê jî ji bo cidînebûna wan welatan li ser bicihanîna biryarên wê lûtkeyê vedigerînin.

Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser Israîlê li roja 07.10.2023ê û serhildana şerê Xezzeyê û paştir jî şerê Libnanê, ev lûtkeya duyê ya Komkara Erebî û Rêkxistina Alîkariyên Îslamî ye ji bo agirbestê û bidawîanîna şerê Israîlê bi Hemas û Hizbulahê re tê lidarxistin. Lûtkeya yekê li roja 11.11.2023ê hatibû lidarxistin.

Di lûtkeya sala borî de helwest wesa bûn ku, peywendiyên aborî û diplomatî bi Israîlê re bên rawestandin, ji bo ku ji bo rawestandina şerî bibe givaştinek, lê rewş hindî dî ji ber dest derkeftiye û metirsiya berfirehtirbûna şerî li Rojhilata Navîn zêdetir bûye.

Siyaset Haberleri

PWK bi VVDyê re civiya: Rojev daxwazên acîl ên miletê Kurd bû
Parêzer Medet Serhat li ser gora xwe hat bibîranîn
Serok Barzanî: Roleke mezin a Danielle Mitterrand di parastina doza Kurd de hebû
Ahmet Davutoglu: Îsraîl bi provokasyona Kurdan dixwaze bigihê cihekî!
Baroya Diyarbekirê ji ber heqareta li Şêx Seîd û gefxwarina Kurdan doz li wan vekir