Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen, digel Cîgirê Serokê PAKê Kasim Ergun, Serokê Şaxa PAKa Batmanê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê, îro (28.03.2019) bi çerçoweya xebata hilbijartinê, serdana esnafên sanayîya kevin û sîteya toptancilarê kir.
Piştî vê, Ekmen û şanda pê re, li Tempo Çagri Merkezî, bi qasî 800 xabatkar zîyaret kirin. Qala biryar û sîyaseta Îtîfaqê, projeyên xwe yên li ser birêvebirîya şaradarîya Batmanê agahdarî da. Bersiva pirsa û cudabûna sîyaseta HDP û AKP ji Sîyaseta îtîfaqe kir.
Di xeberdana Namzet Feyyaz Ekmen de xabatkarê jin bi coşeke mezin li çepika dan.
Zêdetirîn xebatkar li Çagri Merkezî jin bûn.