Dr. jur. Celalettin Kartal
Ev zêdey sedsal in pirsa dewletbûna Kurd di rojevê de ye, lê Kurd bê dewlet in. Eger Kurd di roja me de li Rojava nebin dewlet, dê kengî bibin dewlet!?
Bi şer, pevçûn û tekoşînê rêya danasîna gelên bindest tê vekirin, lê dewletbûn li ser ax û paşmayên hilweşandina welatan ava dibe. Di demên karesat û hilweşandina welatan de “gelên bindest” dikevin rojevê. Kurdistana Rojava („Bakur û Rojavaya Sûriye”) di serdemeke wiha dijî. Divê bê zanîn ku “netewe yên bindest û xwecihî” dikarin tenê bi dewletbûnê rêya keramet û geşbûna “civakên bendkirî” vekin; “bendên bindestiyê” bişkênin; azad û serbixwe bijîn.
Serdema Peymanên Sévre û Lozan
Bi rûxandina dewletan re derfetên nû dertên holê, lê di heman demê de piştgir û dijberên “gelên bindest” jî kivş dibin. Piştî rûxandina Împeratoriya Osmanî (1918) Komara Tirkiyê (1923), ya Suriyê (1930), ya Îrak (1932) hatin damezrandin. Di wê serdemê de ne gelê Kurd û ne jî qasho berpirsên wî ji damezrandina dewleteke Kurd re amade bûn. Wê demê pirraniya hoz (eşîr) û civakên E´reb jî wek ya Kurd bû, lê E´reb bûne dewlet; Kurd mane “bindest”.
Di serdema rûxandina Împeratoriya navborî de û pişt re jî Kurd bê “vîn û vizyon” û bê nexwşe bûn. Di nava rêxistinên wan de yekîtî û yekdengî tine bû. Hewldanên dewletbûnê Kurdistan di bin navê “biratiya Îslam” an di bin diruşma “Kurd û Tirk Misilman in” de hatin vale derxistin. “Serkirdeyên Kurd?” ne bi rewşa (baredoxa) xwe û ne ya serdemê baş agahdar bûn. Derfetên dîrokî/zêrîn yên dewletbûnê bo Kurdistaneke serbixwe ne hatin bikarnîn; serokhoz û feodalên Kurd xwe xapandin û “gelê kesîb” hişyar nekirin:
Gelê Kurd bê berpirs, rût û “sêwî” hişt in. Ji dewletên ku beşdarî konferansa Sêvre bûn Britanya Gewre (Mezin) bi rewşa paşvemayî ya “serkirdeyên Kurd” agahdar bû, lê Britanya ne pişgirê Kurd bû. Loma Girêbesta Sêvre (10.08.1920) bi rêyeke “çirîvirî” û zêdetir li gor berjewendiyên Britaniya hate amadekirin: Li gor heman girêbestê (xalên 62-64an) divabû gelê Kurd hemû karûbarên dewletbûna xwe di nava salekê de bi dawî bîne: Di pêşî de xwe birêxistin bike; pişt re beşdarî hilbijartinê bibe; di hilbijartinê de dûpat bike, ku pirraniya wî serxwebûnê dixwaze; dûre serxwebûna xwe ji Cemiyeta Netewan (CN) bixwaze.
Ev bo serkirdeyên rêxistênên Kurd yên serdemî karekî giran û bê mînak bû; Nûnerên Britanî bi qestî û fêlbazî peyman wiha dabûn amadekirin. Eger serkirdeyên Kurd hemû pêşmercên rêkkewtinê (girêbestê) yek bi yek bianîna serî jî dîsa “hevsarê serxwebûna Kurd” di destê Britanya de dima (* rp. 89). Peymana Sêvre bi naveroka xwe “girêbesteke mirî” bû; ya Lozanê (*rp. 91 hwdn.) jî nebû “rêkkewtineke aştiyane”, şayenî navê xwe.
Beriya wajokirina (îmzekirina) Girêbesta Lozan Kurdistan du beş bû, bi damezrandina Dewleta Sûriyê û ya Îrakê re bû çar perçe. Êsta Rewşa Kurdistan bi tewayî guhirî ye; girseyê Kurd li hinek beşan bi giştî polîtîze bûye, lê pirsgirêka dewletbûna Kurd li benda çareseriyê maye: Herçend Kurdên Başûr bûne xwediyê “nîvdewletê” (Herêma Kurdistana Federal), lê Kurdên Rojava nehatine naskirin; ta roja me bê paye ne.
Rewşa Rojava û damezrandina Dewleta Kurd
Ji 08.11.2024an ve Komara Sûriya berê bi tevayî hatiye rûxandin. Li ser axa wê dewleteke nû an dewletên nû tên dîzayinkirin. Rojava (Kurdistana Rojava) ji aliyên “cerde” û “Îslamistên ne rind” ve hatiye dorpêçkirin; di bin/jêr hereşên Komara Tirkiyê de ye. Lê ya dilxweşker ewe ku Kurdên Rojava di qada navnetewî de ta radeyekê tên nasîn. Û hinek “dewletên zilhêz (mezin)” xwe wek hevpeymanê Hêza Kurdên Rojava dihesibînin. Pirs ewe, ma Kurdên Rojava dikarin bi dewletên zilhêz û “Îslamistên Şamê” re di barê damezrandina dewleteke Kurd de danûstandinan bi serkeftî bikin? Ma mafê Kurdên Rojava li gor yasaya navdewletî heye ku ew dewleteke serbixwe bixazin/rabigihînin? Heger heye, ma divê çi bikin?
Damezrandina Dewleta Kurd li Herêma Rojava
Di dema desthilatdariya Hafiz û Beşar Esad de Kurdên Rojava (li Sûriyê) bi gelemperî ji hemû mafên mirovî bê par bûn (biner Daxuniya Mafên Gerdûnî): ne tiştekî wek azadiya derbirîn û ne jî mafên din yên bingehîn û wekheviyê ji Kurdan re berdest bûn. Kurdên Rojava yên di bin desthilatdariya Rejima Sûriyê de bi giştî di jêr hereşe bûn. Desthilatiya Rejîma navborî Kurd ne wek kêmîne û ne jî wek neteweke cihê dinasî. Herçend E´rebên sune jî di bin çewsandin û zexta Rejîmê de bûn, lê Kurd ji wan du car zêdetir di bin çavsorî, hereşe û zexta Rejimê de bûn. Di ser de jî li dijî Kurd li Sûriya kevn (kone) nijadperestiyeke baledest hebû û Kurd gelek caran bi civakî dihatin piçûkkirin. Mexdûrê Rejima Sûriya kone Kurdên Rojava bûn.
Eger li welatekî gelên xwecihî yên bindest ji desthilatî û mafên mirovan yên bingehîn bi tewayî bêparbin, û bo wan ti hêviyeke çaksaziya dewletê tinebe, di rewşeke wiha de li gor Girêbesta Mafên Mirovan ya Navdewletî (xala 1ê, benda 1ê GMMN) mafê gelên bindest yê xwecihî dibe wek mafê çarenûsî (right of self-determination). Her gelek/netewek xwediyê vî mafî ye. Ev maf bo hemû gelên bindest wek jus cognes di teoriyê de him NY û him dewletên serbixwe girê dide (pabend dike). Nexwe mafê Kurdên Rojava jî heye û ew dikarin dewleteke serbixwe di herema xwe de damezrînin; Rojavaya Kurdistan dikare bibe dewlet.
Li di jor de wek hat gotin, Herêma Rojava di bin gefa Îslamistan de ye. Ev yek jî ji ragihandina dewletbûna Kurd re ji layekî ve dibe asteng û ji aliyê din ve palpişt. Serokê HTŞ, Ahmed El-Şara, dixwaze li Sûriya rûxayî Dewleteke Şerî´etê damezrîne. Bikaranîna Yasayên Quranê (Şerî´etê) yên kevnare tê wate ya binpêkirina mafê mirovan yên gerdûnî. Ragihandina Dewleta Îslamî di Sûriya nû de bo Kurd, kêmine û pêkhatên herêmê hereşeyeke bê mînak e. Danasîna Pergela Şerî´etê û bicîhkirina wê di nava Kurdên Rojava de ku civakeke pirreng û –ole dê bibe sedemên dilgiranî û aloziyên civakî, pevçûn û pirsgirêkên mezin. Pirsgirêkên nava civakên olî û kêmînên cuda qet nikarin bi rêya Şerî´eta Quranê bêne çareserkirin. Bi damezrandina dewleta Îslamî di Sûriya nû de mafê gelê Kurd wek netewe yê bindest heye li Rojavaya Kurdistan ku dewleteke serbixwe îlan bike.
Lê pirsa vêga bê bersiv ev e, gelo dewletên serbixwe û NY dê Kurdên Rojava wek dewleteke serbixwe binasin û dergeyê xwe ji Kurd û kêmînên Rojava re vekin? Eger Kurdên Rojava dikaribin di barê siyasî û leşkerî de serweriya xaka Rojava bi tevayî bikin; bi parêz in, NY dê dûr-nêzîk neçar bimîne, wan wek dewlet binase. Heman tişt bo dewletên serbixwe jî derbas dibe. Damezrandin û ragihandina dewleteke serbixwe dimîne li ser hêz, hewldan û karûbarên Kurdên Rojava û hevalbendên wan.
Hereşên Tirkiyê û “Cerdeyên Îslamîst”
Herwekî Komara Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê raste-rast hereşe dike, divabû dewletên zilhêz, ku xwe wek hevpeymanên Hêzên Rojava dibînin, piştgiriya gelê Kurd û kêmînên Rojava bikin: Divabû ew Kurd û kêmînên xwecihî bê şert û merc bi kêmanî mawê dehsalan ji êrîşên Tirkiyê û “Îslamîstên tund” bi parêz in. Berevajî vê yekê dewletên serbixwe di pratîkê de berjewendiyên hev di parêzin. Ciyê vê siyaseta durû/ne-dadimend di Yasaya Navdewletî de jî heye (*). Nexwe netewe yê wek Kurd ta nebe dewlet dê her malwêran bimîne û tuşî kêmkujiyan bibe. Wekî din netewe yê nebûye dewlet nikare yarmetiyê jî ji dewletên serbixwe û YN bê berfıreh bigre. Û ew di çavên dewletên serbixwe de jî tim tawanbar e. Têkildarî mijarê divê bê gotin ku birêveberên Kurdên Rojava behsa “xweserî” (otonomî) û rêbaza “federalizimê” dikin. Lê heman têgeh ji layê yasaya navdewletî ve nayê nasin. Têgeh û rêbazên wiha tenê dikarin bi rêya danûstandinan nava layenan (aliyan) de bên kivş, tijî û sînordarkirin. Eger Rêveberiya Xweser di vê rewşa nedîyar, nakok û aloz de bi zûtirîn wext (kat) nikaribe dewleteke serbixwe ava bike; ragihîne dê pêşeroja (paşeroja) xwe û ya kêmînên xwecihî jî di nav de di metirsiyê de bihêle.
Divê Kurdên Rojava û Kurd bi giştî çi bikin?
Xwîner di xwînin ku “dewletên zilhêz” wek YDA û Almanya behsa gengeşiya nava Komara Tirkiyê û Kurdên Rojava dikin. Dibêjin ku ew pirsgirêkên ewlewî yên Tirkiyê bi hişmendî berçav digrin û bo vê yekê bi peroş in. Ji layê din ve dizanin ku ne Rojava, lê Komara Tirkiyê û “cerdeyên wê” ewlewiya Rojava xistine metirsiyê.
Eşkere ye ku zext û hereşên Tirkiyê li ser Rojava dê zûka bi dawî nabin. Wek tê zanîn ku Tirkiyê dixwaze, Rojava bê par û paye bihêle. Nexwe divê Rojava ji aliyê hemû Kurdan ve ji dil bê girtin, çavdêrîkirin û parastin. Di rewşa meşandina şer de Kurdên Rojava, eger Kurdên Bakur arîkariya wan nekin, dê bi tenê û bê piştgir bimînin. Eger propaganda be jî ta êsta tenê Dewleta Îsraîl dibêje, “Kurd hevpeymanên wê yên xezayî” ne û divê em wan bi tenê nehêlin. Lê nayê zanîn ku dewleta Îsraîl wek yekemîn “baledestê Rojilata Navîn” dê çewa yarmetiyê (arîkariyê) bide Kurdên Rojava. Têkildarî mijarê divê bê gotin, eger Rojava serxwebûna xwe wek dewlet rabigihîne, dê ji Dewleta Îsraîl re hêsantir be bo yarmetiyê bide Kurdên Rojava.
Lê bo nûser ya bi baweriye ewe, ku ne Dewleta “Îsraîl ya xêrxwaz” û ne jî DYA ya qaşo hevpeyman dê di rewşa şer de pişgiriya Rojava bike an bi Rojava re li dijî artêşa Tirkiyê şer bikin. Nexwe parastina Rojava erkên Hêzên Herêm û yê Kurdên Bakur e. Ma Kurdên Bakur çiqas ji pişgiriya Kurdên Rojava re amade ne? Ev jî pirseke girîng e, lê vêga bersiva wê nayê zanîn.
Ligel yekgirtina hemû rêxstinên Kurdên Rojavayî divê bi rêya girseyên Kurdên Bakurî xwepêşandanên girseyî bo palpiştiya Rojava ji layên Kurdên Bakur ve li Tirkiyê bên meşandin. Divê Kurdên Bakur dikaribin di vê pêvajoya hestiyar, nakok û dîrokî de bi her awayî û bi taybetî bi rêya meşînên girseyî Komara Tirkiyê û hêzên wê di tixubê Sûriyê û Tirkiyê de mijul bikin bo Dewleta Tirkiyê dev ji dek, dolab û planên hêrişa ser Rojava berde; bo Rojava dikaribe henase hilde û damzrandina xwe wek dewleteke nû rabigihîne.
Pisporê kêmina û kurdnas, zanistê yasaya navdewletî, mamostê lewepêş yê zankoyên Hannover û Hildeseim, beşê ayîn û siyasî.
Çavkanî:
* Celalettin Kartal: Der Rechtsstatus der Kurden im Osmanisçen Reich und in der modernen Türkei, Hamburg 2002 (Paya Kurda di serdema Osmaniya û Komera Tirkiyê de)