Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas serdana Amerîka kir û bi hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re civiya. Maas piştî civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, ku eger li Idlibê krîzeke mirovî derkeve, hikûmeta Almanyayê amade ye ku alîkariyên mirovî bişîne wî bajarî.
Maas da zanîn, ku Almanyayê ji bo alîkariyên mirovî amadekarî kirine û got, ew dê di ser Tirkiyê re alîkariyê bişînin Idlibê û tekez kir, ew dikarin di nûjenkirina nexweşxaneyên Idlibê de beşdar bin.
Maas diyar kir, ku derbarê mijarê de jî dê di navbera Berlîn û Waşingtonê de hevahengiyeke baş hebe.
Li gor medyaya Almanyayê, Heiko Maas tekez kir, eger hêzên ser bi Esed ve çekên kîmyayî bikar bîbin, ji bo bersivdanê artêşa Almanyayê beşdarî ti operasyonan nabe.