Pîr Comerd yek ji pîrên gundê takene yê Elewiyên Kurd li Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye behsa dîroka avabûn û peywendiya wan li gel Kurdên Elewî li Meletî, Semsûr û Mereşê kir.
Pîr Comerd dibêje piştî komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, êdî nema dikarin vegerin malên xwe û ev 7 sal in jî ji neçarî li Heleb û Qamişlo niştecih bûne.
Efrîn berî bê dagirkirin û talankirin Pîr Comerd behsa taybetmendiya gundê Mabatayê ku dikeve başûrê rojavayê Efrînê kir û wiha got:
“Em Elewiyên tek ên wê deverê ne ku 400-500 sal berê ji Dêrsim, Semsûr û Elbîstanê me koç kir û li gûndê Mabetayê yê Efrînê bicih bûn.
Ew gund navê xwe ji gûndekî li Semsûrê wergirtiye. Ji Ocaxa Uryan Xizir, pîrên me dihatin û wan seredana me dikir.
Ji Elbistanê ji Pîr Tacedîn dihat. Niha jî pîrên me li Semsûrê ne û ji malbata Buyukşahîn in.
Heta 2011yan jî Elewiyên vê deverê dihatin û wan seredaa me dikir. Me cemê xwe jî çêdikirin.”
"400-500 sal berê ji Dêrsimê koç kirin"
Wîda zanîn ku piştî dagirkirina Efrînê wekî hemû Kurdên vê deverê ew jî neçar mane ku terka axa xwe bikin û got, “Gava talana li Efrînê çêbû nehiştin em ziyaretên xwe jî hilgirin û me barkir em koçber bûn.
Niha em li Helebê ne. Ew tiştên ku di 1938an de çi bi serê Elewiyên Dêrsimê anîn, mêr kûştin jin sîrgûn kirin niha jî heman talan li sahilê Sûriyeyê tê kirin. Îslama tunderew ku çi bi serê Kurdên Elewî li Sêwaz û Mereşê anî îro jî hemen eqliyet di hûndirê Sûriyeyê de çêdibe.”
"Talan wekî ya 1938an e"
Kurdê Elewî ku niha li Qamişloyê dimîne behsa rewşa Mabatayê kir û got:
“Ev 7 sal in em nikarin herin gundê xwe û li Helebê sirgûn mane. Ziyaretên me bi navê Yaxmûr Dede, Dede Sivrî, Qesabê Comerd, Qara Baba hemûyan talan kirin û şewitandin. Desthilata li Efrînê naxwaze Elewî li Efrînê hebin.”
Zextên li ser wan hîn jî gelekî zêde ye û komên Selefî yên Suriyê Kurdên Elewî wekî “mûrted” qebûl dike û dibêje, “Miletê me yên Elewî li Mabetayê 7 sal in topraxê xwe dûr in.
Gelek ji wan çûn Ewropa, Tirkiye û yên mayî jî pîr û kal in. Kesên Efrînê bi rê ve dibin, dibêjine me hûn “kafir in” ji me pere dixwazin eziyetê didin me û dibêjin qetla we helal e.”
Pîr Comerd dibêje, “Em dixwazin wekî berê dan û standinê me li gel hemû Kurdên me yên Elewî yên li Ewropa û Tirkiyeyê wekî berê berdewam be çûnke Mabatayê yan jî Mabat tê wateya hezkiriyên Elî Pêxember.”
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Rûdaw