Macron bi serdanekê li Amerîkayê ye

.

Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye û dê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtinê bike.

Serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a bo Amerîkayê duh dest pê kir. Serdan wek piştrastkirina wê yekê tê şirovekirin ku Fransa "hevalbenda herî kevn" a Amerîkayê ye.

Di qonaxa yekem a serdana xwe de, Serokkomarê Fransa Macron ji aliyê Cîgira Serok Kamala Harris ve li baregeha sereke ya NASA hate pêşwazîkirin. Kamala Harris got ku ew dê li ser hevkariya fezayê, çareserkirina guhertina avhewayê û mijarên ewlehiyê gotûbêj bikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di axaftinekê de ragihand, “Dema mirov behsa fezayê dike, bê guman du tiştan tê de, zanist û rêwîtiy di xwe de vedihew'ne, lê ew di heman demê de çîroka wê hevahengiya mezin e ku di navbera welatên me de heye.”

Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA), Macron diyar kir ku feza “herêma nû ya pevçûnê” temsîl dike, girîng e ku her du welat bi hev re li ser çêkirina rêgez û pîvanan bixebitin û her du welat jî bi zanistê û nirxên demokratîk ve girêdayî ne.

Macron got, “Li fezayê lîstikvanên dîn jî hene. Li wir jî dewletên hov hene. Êrîşên nû yên hîbrîd hene.”

Harris û Macron salek berê li Parîsê di civînekê de li ser fezayê di navbera her du welatan de hevkariyek nû ragihandibûn.

Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby derbarê serdana Macron de ragihand, “Ger hûn li tiştên ku li Ukraynayê diqewimin, li herêma Hindo-Pasîfîk çi diqewime û tansiyona me bi Çînê re çi ye, binihêrin, Fransa di nav van hemû mijaran de ye, û Serok Macron jî di G7 de serokek çalak bû, nemaze li Ewropayê.”

Li gor daxuyaniyên berpirsên her du welatan, di wê serdanê de şerê Ukraynayê, cezayên li dijî Rûsyayê, rageşiya bi Çînê re, tevgerên leşkerî yên li Hind-Pasîfîk û Rojhilata Navîn dê mijarên sereke yên civînan bin.

Ewlehiya xwarinê, guherîna avhewayê û krîza enerjiyê jî dê beşek ji gotûbêjan bin.

Îro di duyemîn roja serdanê de, Serokê Amerîkayê Joe Biden dê li Koşka Spî mêvandariya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bike û gotûbêjên di navbera her du serokan de dê dest pê bike.

Şevê din Mcron û Joe Biden bi hevjînên xwe re ji bo şîveke taybet li xwaringeha Fiola Mare li Washington DC civiyabûn.

Serdana Macron bo Amerîkayê wek gaveke girîng ji bo serokê Fransa tê dîtin ji bo bilindkirina nasnama welatê xwe li ser asta cîhanê.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin