Macron: Em deyndarê wan in

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike got: “Ez bang li hemû kesan dikim, bila jibîr nekin ku em deyndarê wan in.”

Emmanuel Macron li Çadê di civîneke çapemeniyê de li ser biryara Donald Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê axivî.

 

Macron diyar kir: “Ez ji ber biryara hevpeymanê me yê Amerîkayê gelek xemgîn im. Em jiyana leşkerên xwe emanetî hevpeymanên xwe dikin, ji ber vê yekê divê hevpeyman pêbawer be. Dema mirov dibe hevpeyman, mil bi milê hev şer dike.”

 

Serokomarê Fransayê di axaftina xwe de pesnê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis da, ku piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê îstîfa kiribû. Macron derbarê James Mattis de got: “Her dem giringiya hevpeymanbûnê dianî bîra mirov.”

 

Emmanuel Macron li ser HSDê ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike got: “Ez bang li hemû kesan dikim ku bila jibîr nekin em deyndarê wan in.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin