Macron: Peywendiya min a berdewam bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re heye

.

 Serokê Fransayê ragihand, peywendiyên wî yên berdewam bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hene û civîna xwe ya bi Mesrûr Barzanî re jî "pir baş" bi nav kir.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî îro Înê 17ê Sibata 2023an di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li ser îhtimala hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron pirsî.

Di bersivê de Emmanuel Macron ragihand ku peywendiyên wî yên berdewam bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hene û Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê weke derfetek ji bo hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re bi nav kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser civîna roja Pêncşemê ya bi Mesrûr Barzanî re ji Rûdawê re ragihand ku civîneke gelekî baş bûye.

Serokê Fransayê ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û asayişa xelkê wê û navçeyên din ên bakurê Iraqê û diyar kir, Herêma Kurdistanê di warê ewlehî û aramiyê de hevkarekî girîng e.

Di Tebaxa 2021ê de Macron serdana Bexdayê kiribû û piştre hatibû Herêma Kurdistanê. Serokê Fransayê ji Ala Şalî re got ku geşteke balkêş bû û wî bêriya Hewlêrê kiriye.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevpeyvînek kir:

Birêz Serok, civîna we ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çawa bû?

Emmanuel Macron: Civîneke gelekî baş bû, wek her car. Hûn dizanin em çiqas girîngiyê didin Kurdistanê û ewlekariya gel li bakurê Iraqê. Ew herêm ji bo me di warê ewlehî û aramiyê de hevkarekî girîng e.

 Plana we heye ku Nêçîrvan Barzanî bibînin?

Emmanuel Macron: Pêwendiya min a berdewam bi Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî re heye. Ev ji bo me derfeteke girîng e. Di heman demê de geşta balkêş bû jî tê bîra min. Min bêriya Hewlêrê kiriye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Şîdeta li ser jinan şerm û rûreşîyek e û tawaneke li dijî mirovahîyê ye
Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye