Macron piştgirî da kovara Le Point

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştgirî da kovara frensî Le Pointê ku di hejmara xwe ya dawî de ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan re gotibû ‘dîktator'.

Kovara frensî ya bi navê Le Pointi piştî di serrûpelê xwe de ji bo Erdogan peyva ‘dîktator' bikar anî rastî tehdîdan hat.

Macron piştgirî da kovarê û ragihand ku êrişa ser kovarê nayê qebûlkirin, azadiya çapemeniyê tiştêkî bêbûhaye.

​Li gor nûçeya BBC Tirkî, alîgirên Erdogan li Fransayê kovara Le Pointi tacîz kirin û hewldan xebatkaran bitirsînin. Serokomarê Fransayê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir. Macron di tweeta xwe de got: "Azadiya çapemeniyê tiştekî bêbûhaye. Bê wê dîktatoriyet e."

​Berdevke Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî ji bo kovarê gotibû: "Kovara frensî ji Erdogan re gotiye dîktator. Em dizanin armanca wan çi ye. Millet û xelkê mezlûm her tiştî dibîne. Rojên ku Tirkiye dîrektîf ji we digirtin li paş man. Bi gotina ‘dîktator' hûn nikarin wan rojan paşve bînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin