Macron: Rojhilata Navîn nekin cîhekî bêîstiqrar

Fransa ser daxistina girjîya bo uranyumê dê şandeyeke bişîne Îranê.

Fransa ser daxistina girjîya bo uranyumê dê şandeyeke bişîne Îranê.

Tehranê welatên Ewrupî yên peymana navokî îmza kiribûn ku rexne dikir û dida zanîn ku wan li hember toleyên Amerîka yên dijî Tehranê ti gav neavêtiye.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi hevtayê xwe yê Îranî Hasan Ruhanî re bi rêka telefonê axifî.

Macron dîyar kir ku bo dîyalog jinûve destpê bike ew dixwaze derbarê şertan de lêkolînê bike.

Piştî axaftina bi Ruhanî re, Macron bi Trump re jî peyivî.

Qesira Sipî ser axaftina Trump û Macron da zanîn ku her du rêber ser Îranê û çekên navokî axifîne û ji wî welatî xwestine ku Rojhilata Navîn neke cîhekî bêîstiqrar.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes