Aloziyên navbera Rûsya û welatên Rojava li ser pirsa Ukraynayê berdewam in û wek hewlekê ji bo kêmkirina aloziyan, biryare îro Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana Rûsyayê bike û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bicive.
Herwiha biryar e piştî serdana Rûsyayê û civîna li gel Putin, Macron roja piştre serdana Ukraynayê bike û bi serokê wî welatî re jî bicive.
Li gor berpirsên Fransayê, di çarçoveya grûpa Normandî de Macron dê daxwazê ji Putin bike, danûstandina ligel Ukraynayê dirêj bike, û zêdegaviyên cudaxwazên Ukraynayê li rojhilat rawestîne.
Emmanuel Macron, Serokê Fransayê derbarê hewldana xwe ya ji bo kêmkirina aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyayê ragihand, “Karê min ê herî pêş li Ukraynayê, diyaloga ligel Rûsya û hêwirkirina aloziyan e, û dîtina rêçareyeke siyasiye bo derbasbûna ji vê krîzê, ku ev jî li ser bingeha rêkeftina Miniskê dibe. Daxwaza berdewambûna pêkanîna danûstandinan dikim, daku pêşkeftinek ji herdû aliyan hebe, bo kêmkirina aloziyan li ser axa me.”
Kremlin dibêje, egindaya herî pêşî ya civîna Putin ligel Macron, tekezkirina daxwaza Rûsyayê dibe bo wergirtina gerentiya ewlehiyê ji Rojava ku qet Ukrayna û welatên nêzîkî sînorên Rûsyayê nabin endamên NATOyê.
Her îro şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz serdana Waşingtonê dike, û biryar e pabendbûna xwe bi NATOyê di aloziyên navbera Rûsya û Ukraynayê de tekez bike. Hevdem Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Ukraynayê dike û diçe çeperên şer li rojhilatê wî welatî.
Ukraynayê pêşwaziyê li van destpêşxeriyan dike û dibêje dîtina rêçareyeke dîplomasî bo hêwirkirina aloziyan bêhtir dibe ji zêdebûna aloziyan.
Demtry Koliba, Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje, “Pêla berdewam a serdana şandên derve bo Ukraynayê di asteke bilind de ye, ku rêya kûrkirina xirabûna rewşa ewlehiyê ji aliyê Rûsyayê ve digire. Tevî hemû tirs û gefan, îro Ukraynayê li ser pêyên xwe ye. Baweriya hevbeşên me bi Ukraynayê heye, û ev jî wataya wê yekê ye, stratîjiyaya guşara Rûsyayê şikestin aniye.”
Amerîka hişyariyê dide, ku Rûsya ji sedî 70ê hêzên xwe bo dagîrkariya giştî ya Ukraynayê amade kirine û heta naverasta vê mehê hejmara serbazan ser sînorê Ukraynayê digihe 150 hezar serbazan, ev hejmar jî pêwîstiya Putin pê heye bo vê dagîrkariyê.
Amerîka herwiha dibêje, Rûsyayê zêdeyî 60 yekeyên serbazî li bakur, rojhilat û başûrê Ukraynayê bi taybetî li nîvçe girava Kirimê bicîh kirine, û amade ye ji bo êrîşkirinê.