Rêveberê peywendiyan û ragihandinê li beşa nehîştina madeyên hişbir Bîlal Subhî da xuyakirin ku niha madeyên hişbir bi rêya sinorên bejahî ji Îran û Sûriyê ve derbasî Iraq û Herêma Kurdistanê dibin ku niha li Sûriyê gelek kargehên çêkirina hebên hişbir hene.
Di 5 mehên borî de, ji 6 hezar û 800 kesan bêhtir tometbar ji ber ku bazirganî û serederiyê bi madeyên hişbir re dikin hatin girtin, her wiha nêzîkî 5 milyon hebên Kaptagon û dermanên din ên ku bandorê li hiş dikin, hatin girtin. Bêhtir ji 170 kîlogram madeyên fin ên hişbir jî hatin girtin.
Li gorî datayên li ber destê Rêveberiya Giştî, madeya Krîstal û madeya Heşîşê li naverast û başûrê Iraq bi rêya parêzgeha Mîsan û Besreyê belav bûne.
Li ser hebên Kaptagon û madeyên din ên xwedî bandor ku li Iraqê belav dibin, bi rêya parêzgeha Enbarê belav dibin, piraniya wan jî bi rê û deriyên nefermî derbas dibin li ser hêla sînorî, bi rêya Komara Îranê û Ehwar û Biyabanê, ji aliyê Enbar û navçeya Qaim jî di nav de ne.
Madeya 27 a yasaya madeyên hişbir a hejmar 50 sala 2017an ku sizaya wê darvekirinê yan jî zindanîkirina heta hetayî ye, çandin, çêkirin, hinardekirin û hawirdekirinê li xwe digire.
Li gorî amaran, gelemperî sizaya darvekirinê tê dayîn lê derbarê hinardekirin û hawirdekirinê li Iraqê, ti dozên çandinî yan çêkirinê peyda nebûne.
Her wiha hat diyarkirin ku hebên Kaptagon, bi rêya Sûriyê derbasî Iraqê û Herêma Kurdistanê tên kirin.
Li gorî zanyariyan, piştî ku çekdarên DAIŞê hin navçeyên wî welatî kontrol kirin kargehên çêkirina heban li Sûriyê peyda bûne û hebên Kaptagon li Sûriyê têne çêkirin.
Rûdaw