Mafên mirovan ên zimanî

.

Samî Tan

Îcar qala çareserî û demokrasiyê dikin. Xuya ye ku demokrasiya wan wekî “demokrasiya Romayê” ye; demokrasî bi tenê ji bo wan kesan e ku “bi tirkbûna xwe bextewar in”.

Mirovek wekî mafên zimanî çi dixwaze? Berî her tiştî dixwaze karibe zimanê xwe yê pêşîn di hemû qadên jiyanê de bi kar bîne. Li gel vê yekê jî dixwaze bêyî astengî zarokên xwe bi ziman û çanda bav û kalan, dê û dapîran mezin bike. Her wiha divê karibe li gorî mercên jiyanê yên îroyîn zimanê xwe nû û nûjen bike. Ev daxwazên ku me li jorê rêzkirin, daxwazên bingehîn in û çarçoveya herî berteng a mafên zimanî pêk tîne. Her mirov bi awayekî suriştî xwedanê wan e, bêyî wan mirovek nikare jiyaneke birûmet bijî, lewma jî tu dewlet divê wan mafan binpê nekin.

Îro rewşa zimanî ya cîhanê çi ye? Em dikarin bi çend peyvan bersiva wê jî bidin. Îro li ser rûyê cîhanê derdora 7 hezar zimanên axaftinê hene. Li gorî texmînan heta sala 2100î dê bi tenê li derdora 300-600 zimanên di ewlehiyê de bimînin, ew ên ku metirsiya tunebûnê li ser wan nîn e û ji dêûbavan derbarî nifşên nû dibin.

Kêmbûn û nemana axêverên hinek zimanan ne encama qewimînên suriştî û ne jî rûdaneke bivênevê ye. Ew berhema rasterast a dagirkerî û polîtîkayên regezperest e ku bi destê dagirkeran hatiye/tê meşandin. Rayedarên kolonyalîst hêza ziman û zimanê hêzê bi hev re bi kar anîne da ku armanc û daxwazên xwe bi cih bînin. Piraniya zimanên li ser rûyê cîhanê di encama polîtîkayên zimankuj de ketine rewşa xwe ya niha.

Bi kurtasî, pergala heyî ya îro yekrengiyê çandî û zimanî li ser mirovan ferz dike. Her wekî çawa di warê giyaneweran de yekcureyî bi pêş dikeve, di warê çandî de jî mirovahî ber bi jiyaneke yekreng û yekrû ve tê dehfdan. Gelek zanyar li ser vê yekê lihevkirî ne ku her wekî yekrengîkirina xwezayê û cureyên giyaneweran, yekrengkirina çandî û zimanî ji bo cîhanê xeternak e.

Li gorî nirxandina zimannas Tove Skutnabb-Kangas nebûna mafên mirovan ên zimanî bi xwe re metirsiya windabûna zimanan tîne. Ew perwerdehiya bi darê zorê ya zimanekî serdest wekî qirkirinê pênase dike. Li gorî boçûna wê polîtîkayên pişaftina zimanekî bi armanca tunekirina komeke zimanî tê meşandin û ew jî qirkirina wê komê ye. Ew dibêje, “Xala duyemîn a Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya Rêlibergirtin û Sizakirina Sûcê Qirkirinê ji van bendan pêk hatiye:

a) Kuştina endamên komekê;

b) Ji aliyê cesteyî û derûnî ve êşandina endamên komekê; 

c) Meşandina polîtîkayên bibin sedema ji aliyê fîzîkî têkçûna bitemamî ya jî nîvî ya komekê;

d) Lêferzkirina hinek bergiriyên ku rê li ber zarokanîna komekê digirin;

e) Bi darê zorê veguhastina zarokên komekê bo komeke din.

Li Skutnabb-Kangas bi rêya perwerdehiyê pişaftina zarokan tê wateya binpêkirina bendên 2b û 2e û bi vî rengî dikeve nav sûcên jenosîdê.” (Skutnabb-Kangas, 2018)

Li dijî van nirxandin û argûmanên lêkolîneran ên ku bi xebatên qadê bi dehan caran hatine çespandin û selmandin, ew hêzên ku polîtîkayên yekzimaniyê li ser komên bindest ferz dikin, hinek hincetan didin pêş; hinek ji wan daxwaza mafên çandî û parastina pirzimanî û pirçandiyê wekî karekî hêzên derekî, bi taybetî karê mîsyoneran dibînin, li ser vê bingehê dixwazin polîtîkayên xwe yên pişaftinê rewa nîşan bidin.

Hinek alîgir û aqilmendên polîtîkayên yekrûtî û yekrengiya çandî û zimanî jî têkiliya xurt a di navbera çand, ziman û nasnameyê de red dikin. Wekî palpişt jî kesên dureh (melez) nîşan didin. Li gorî boçûna wan, tu têkilî di navbera ziman û nasnameya çandî û etnîk de nîn e. Ziman ji dest biçe jî civak dikare nasnameya xwe bi zimanekî din bidomîne.

Her wiha ew kes li dijî perwerdehiya bi zimanê dayikê jî radibin, li gorî wan malbat bi xwe tiştekî wiha naxwazin, lê hinek zimanzan û ramanger vê baweriyê didin wan û ji bo berzkirin daxwazên têkildarî zimanê dayikê wan teşwîq dikin.

Van hincetên ku me li jorê rêzkirin, îro jî em ji devê gelek siyasetmedarên tirk dibihîzin. Piştî ku li dijî mafên bingehîn ên zimanî radibin, îcar qala çareserî û demokrasiyê dikin. Xuya ye ku demokrasiya wan wekî “demokrasiya Romayê” ye; demokrasî bi tenê ji bo wan kesan e ku “Bi tirkbûna xwe bextewar in”. Jixwe li şûna şaredarên hilbijartî peywirdarkirina qeyûman jî vê helwestê bi awayekî zelal li ber çavan radixe. Li hemberî helwestê gelek kurd jî bi awayekî mafdar û suriştî dikarin bibêjin, “demokrasiya ku di nava xwe de mafên me yên bingehîn nahewîne, serê we bixwe!”

Çavkanî: Gazete Duvar

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir