Piştî ku Mahsa Amînî hate kuştin, li Îranê xwenîşandan dewam dikin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengawê, di dema xwenîşanan de bi kêmanî 250 kes hatine desteserkirin.
Xwenîşandanên piştî kuştina Mahsa Amîniya 22 salî yên li Îranê dewam dikin. Li Îranê "polîsên exlaqperest" Amînî desteser kiribû û li qereqolê ketibû komayê. Paşê jî can dabû.
Xwenîşandan li bajarên Seqiz û Senendej ango Sinê pêk tên. Xwenîşander di dema çalakiyan de sloganên mîna "Mirin ji dîktatorî re", "Jin, Jiyan, Azadî" berz dikin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengawê, hêzên emniyetê yên Komara Îslamî ya Îranê, bi kêmanî 250 kurd hatine desteserkirin.
Duh (19ê Îlonê) roja duyem a xwenîşandanan bû. Di dema xwenîşandanan de li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Seqizê hêzên ewlekariyê gule bera çalakvanan daye. Kesek miriye. Mahsa Amînî li Seqizê jidayik bûye û li wer mezin bûye.
Li gorî nûçeya Reutersê, hêzên emniyetê yên Îranê, ji roja destpêka çalakiyan heta niha, 5 kes kuştine.
Televizyona dewletê ya Îranê, "îdiayên kuştinê" qebûl nekiriye.
"Ji bo me nemiriye"
Rojnameger û çalakvana mafên jinan Masih Alinejadê derbarê van xwenînaşandaran de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye:
"Ev şoreşeke jinan e"
#MahsaAmini ji bo me nemiriye. Dibe sembola berxwedanê ya li dijî cudakariya zayendî."
Partiya Komunîstan a Îranê (Marksist- Leninist- Maoist) jî daxuyaniyek weşandiye û bang li hemû kesan kiriye ku li dijî qanûnên zayendperest rabin û bikaranîna sergirtinê ya bi darê zorê derkevin.