Şewket Herkî
Mala Hêmin Mukriyanî wekî Muzexaneya Şanaziyên Mehabadê li benda mêvanên xwe ye.
Mala Hêmin Mukrîyanî ku li navenda bajarê Mehabadê li kolanekê nêzîkî gora Pêşawa Qazî Muhammed e û ji aliyê Rêveberiya Cihên çand û Mîrateya Ferhengî ya Îranê ve wekî muzexane hatiye amadekirin.
Di wê muzexanê de berhem û paşmayiyên Hêmin Mukriyanî, Hejar Ebdurehman Şerefkendî û Mihemed Mamle têne pêşandan.
Her sê nivîskar û helbestvanên Kurd wekî şanazîya Mihabadê hatine qebulkirin.
Li vê Muzexaneyê heman herwiha Quraneke 400 salî ya bi dest hatiyî nivîsîn jî tê parastin.
Wêne: Şewket Herkî
13/07/2024 6
13/07/2024
13/07/2024
RUDAW