Malbata Jîna Emînî doz li berpirsên Îranê vekir 15 demjimêr berê

.

Parêzerê malbata Jîna Emînî ragihand, malbata wê gilî Polîsê Exlaqî yên Îranê û berpirsên kuştina wê kirine.

Parêzerê malbata Jîna Emînî Salih Nîkbext îro Çarşemî ji ajansa ISNA re ragihand, “Min tevî hevkarê xwe Elî Rezayî nûnertiya dê û bavê Mehsa Emînî kir. Roja Duşemê yek ji me (Elî Rezayî) derkete pêş dozgeriya tawanan û amaje bi Birêz Şehriyarî serokê dozgeriya tawanan kir ku ji aliyê bav, bira û keça xaltiya Mehsa Emînî ve hat gilîkirin.”

Parêzerê malbata Jîna Emînî Salih Nîkbext got, “Di vê hevdîtinê de me daxwaz ji serokê dozgeriya tawanan û lêkolînerê dosyayê kir ku li gor rewşa taybet a dosyayê, lêkolînên pêwîst û berfireh ji dema desteserkirinê heta veguhestina Mehsa bo nexweşxaneya Kasrî bikin, vîdeo û wêneyên hemû kêliyên girtina wê û mayîna wê di nav polîsên exlaqî de pêşkêş bikin. Divê em bi cih bibin û mafê me yê gihandina daîmî li dosyeyê hebe.”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Cinazeyê Jîna Emînî di 17ê îlonê de li welatê wê Seqizê hatibû definkirin. Piştî merasima cinaze li Tehran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn