Berîya du salan, malbateke şeş kesî ku ji dayîk û bav û çar zarokan pêk dihat, di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûbûn.
Doh êvarê qaçaxçiyê ku ew malbat biribû, ji xizmên wan re ragihand ku ew şeş kes li jiyanê nemane.
Navê zilam Şêrzad Ebdulezîz bû û 28 salî bû, navê jina wî jî Saliha Ebdullah bû û 25 salî bû, du kur û du keçên wan jî li cem wan bûn.
Birayê Şêrzad, Hêvîdar Ebdulezîz ragihand ku ew ji bo bigihîjin Ewropayê çûbûn û di navbera Tirkiye û Îtalyayê de winda bûn. Bû demeke dirêj xizmên wan ji qaçaxçiyan dixwest ku derbarê Şêrzad û malbata wî de zanyarî bidin, lê ti tiştek nedigotin.
Hêvîdar Ebdulezîz dibêje: “Îro qaçaxçiyekî ji me re ragihand ku ew li jiyanê nemane.”