Li Semsûrê hejmara miriyan ji 4 hezarî derbas kir. Ji 15 hezarî zêdetir jî birîndar bûne. Hin kes hene ku ji malbata wan kes sax nemaye. Qêrîn û hawara jinên Semsûrê ji ber kavilên erdhejê digihijin asîmanan.
Li kuçe û kolanên bajarê Semsûrê hawar û zêmarên jinan digihijin asîmanan. Ew ji roja yekemîn a erdhejê ve ji ber kavilên erdhejê ku bûne goreke komelî ya kes û karên wan venaqetin.
Aynur Demîr yek ji wan jinan e ku 16 kesên wê di binê avahiya hilweşiyayî de mane. Li gorî gotina wê koka mala bavê wê hatiye û niha bêkes maye.
Xizma cangoriyên erdhejê Aynur Demîr dibêje: “Em hemû merivên hev in. Hemû xwîşk û bira ne. Kurkê biran e, jinkê biran e. Xwîşk in, ap in, pismam in. Em hemû di bin de mane. Malbatek e. Hemû çûne. Bûk û zava jî tê de hemû çûne. Tenê çar kes jê filitîne yên din hemû çûne keko.”
Ezîz Demîr jî 20 kesên wî di binê kavilan de mane. Ew diçe û tê li dora kavilan digere. Lê her ku dem dirêj dibe hêviyên wî yek bi yek diçilmisin.
Xizmê cangoriyên erdhejê Ezîz Demîr jî got: “Herî kêm 20 kes di bin van kavilan de mirine. Kes nema. Hemû miletê me yê Kurmanc hate hewara me. Li vir nan didin me, avê ji me re anîne. Her tiştî anîne. Tu tiştekî ji me kêm nekirine. Lê me hêj tu alîkariyeke dewleta xwe nedîtiye.
Li Semsûrê hema hema yek malbatek nemaye ku kesek wê di vê erdhejê de canê xwe ji dest nedabe. Êş û jana birîna erdheja li Semsûrê diyar e ku dê zû bi zû kew negre.