Malbatên DAIŞiyên Tikrît, Mûsil, Rûmadî û Beqûbe li Kerkûkê tên bicîh kirin

Endameke erebî yê encûmena parêzgeha Kerkûkê ragehand, malbatên DAIŞê yên Tikrît, Mûsil, Rûmadî û Beqûbeyê li Kerkûkê tên bicîh kirin.

Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Cewad Cenabî ji BasNewsê re ragehand, ‘’Piştî 16ê cotmeha 2017ê rewşa Kerkûkê guhertiye û hemû tiştek li Kerkûkê ber bi xirabiyê ve diçe.’’

Derbarê erebên şîe yên bajarên xwarê Iraqê di wan 3 salên borî de wek lehiyê herikîn û li Kerkûkê tên bicîh kirin de jî wî endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê got, ‘’Belê gelek hatine, ne tenê ew, malbatên çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê jî, yên Tikrît, Mûsil, Rûmadî û Beqûbe hatine bo Kerkûkê. Ji ber ew li navçeyên xwe nayên qebûl kiirn, êdî naha hemû hatine Kerkûkê.’’

Derbarê zêdebûna hejmara erebên şîe de li Kerkûkê hejmara wan pir zêdebûye û eniyeke siyasî pêkanîne de Cewad Cenabî got: ‘’Naha hejmara şîeyên ereb li Kerkûkê pir bûye, lê wek tê zanîn piraniya bajarê Kerkûkê ji aliyê mezhebi ve sunne ne. Tenê xwarê Kerkûkê tirkmenên şîe hene, hejmarekî kêm erebên şîe hebûn berê.’’

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne