Malbatên girtiyên nexweş serdana partiyên siyasî dikin

.

Malbatên girtiyên nexweş bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin li Enqere ya paytexta Tirkiyê, serdana partiyên siyasî kirin û ji wan daxwaz kirin derbarê rewşa girtiyan de piştgiriya wan bikin.

Malbatên girtiyan ku li Amed, Îzmîr, Stenbol û Wanê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin Nobeda Edaletê didomînin, ligel Endamê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirov a HDPê Serhat Eren, Hevseroka Komeleya Piştgitiya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Wanê (TUHAY-DER) Edibe Babur û Hevserokê TUHAY-DERê ya Amedê Mehmet Gunduz, li Enqerê serdana Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Seadetê kirin.

Li navenda DEVAyê, Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê Mehmet Emin Ekmen pêşwazî li malbatan kir.

Mehmet Emin Ekmen ji malbatan re got, partiya wan li Parlamentoyê daxuyanî daye û ve mijar anîne rojevê. Ekmen herwiha diyar kir, dê ji îro û pê de li ser rewşa girtiyan bisekinin.

Malbatan piştî DEVAyê serdana Partiya Seadetê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê Seadetê Cafer Guneş bi malbatan re hevdîtin kir. Cafer Guneş soz da malbatan, ku dê rewşa girtiyan bibin Parlamentoyê.

Li Partiya Pêşerojê jî Sekreterê Giştî yê Partiyê Kani Torun pêşwazî li malbatan kir. Kani Torun, li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê civîna ligel malbatên girtiyên nexweş parve kiriye û nivîsandiye: “Malbatên girtiyan hatin serdana me. Girtîgeh tejî bûne. Tenê îsal 62 girtiyan canê xwe jidest dane. Ji 600î zêdetir nexweşên giran hene. Ji xwe mirov cezayê xwe dikşînin, eziyetê jî nedin wan.”

Malbatên girtiyan ji bo serdanê serî li CHPê jî dane, lê CHPê heta niha bersiva daxwaza serdanê ya malbatên girtiyan nedaye. Biryar e malbat, îro 6ê Cotmehê li Enqerê serdana Yekîtiya Pizîşkên Tirk bikin.

ÇAVKANÎ

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin