Malbatên Kurd ên Êzidî yên Êlihê vedigerin Almanyayê

Ew 5 malbatên Kurd ên Êzidî ku ji Almanyayê bo wergirtina zevîyên xwe vegerîyabûn Êliha Bakurê ‎Kurdistanê, biryar dan careke din vegerin Almanyayê.‎

Navenda Nûçeyan- Malbatên Kurd ên Êzdî ku ji gundê Kelhokê ser bi bajarokê Qudîna Êliha Bakurê Kurdistanê ne, 20 sal berî niha ligel hejmarek malbatên din ên Kurdên Êzidî, dema koçî Ewropayê kiribûn, bi rêya noterê heta wê dema vedigerin zevîyên xwe radestî eşîreta Reşkotan kiribûn.

Piştre eşîra Reşkotan dest danî ser zevîyên wan. Ew Kurdên Êzidî 8 sal e bi rêya dadgehê hewl didin zevîyên xwe werbigirin, lê niha ligel biryara dadgehê jî eîşreta Reşkotan red dike ku zevîyên wan radest bike.

Hefteya derbasbûyî grûpeke 10 kesî ji eşîreta Reşkotan ku Kurdên Misilman in, bi dar û keviran êrîşî wan kiribûn û di encam de 2 Kurdên Êzdî birîndar bûbûn û hêzên ewlekarîyê 6 kes ji êrîşkeran desteser kiribûn. Ji ber ti encam ji hewldanên wan derneketin ku 3 meh e li Êlihê di otêlê de diman, biryar dan careke din vegerin Almanyayê.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e