Mamoste Ayşe hat berdan

Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a derbarê girtina mamoste Ayşe Çelîk de, ew hat berdan.

Ayşe Çelîk a ku wek “Mamosta Ayşe” tê naskirin ji ber gotibû “bila zarok nemirin” bi hinceta “propegandaya terore” cezayê zîndaniyê lê hatibû birîn, hat berdan.

Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a derbarê girtina mamoste Ayşe Çelîk de, ew hat berdan.

Ayşe Çelîk di sala 2016aan ji Amedê bi telefonê beşdarî bernameya "Beyaz Show" bû û  ji ber di bernameyê de gotibû "bila zarok nemirin" sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn û piştre ligel keça xwe ya 6 mehî xistibûn zîndanê.

Piştî serlêdana parêzerên wê Mahsunî Karaman û Benann Molu Dadgeha, Qanûna Bingehîn biryar da ku girtina mamoste Ayşe binpêkirina mafê îfadeyê ye û li ser vê yekê ew hat azadkiri

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!