Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilata Kurdistanê 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.
Li Rojhilatê Kurdistanê girtin, cezakirin û desteserkirina aktivîstên mafên mirovan û zimanê Kurdî berdewam dike.
Herî dawî 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.
Mamosteya xwebexş a Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê li ser biryara dadgehê doh êvarî ji Rûdawê re got:
“Piştî Şoreşa Jîna Emînî bi tohmeta pêkanîna koma û komeleyên neyasayî em 4 kes hatin desteserkirin lê rastiya karê me bi awayekî xwebexş tenê fêrkirina zimanê Kurdî bû.
Du hevalên me ji aliyê Dadgeha Parêzgeha Sineyê ve bêsûc hatin dîtin û azad bûn lê ez û Îdrîs Minberî hatin cezakirin.
Destpêkê cezayê min 10 sal bû, piştre li Dadgeha Îstînafê wekî 5 salan hat kêmkirin lê cezayê Îdrîs Minberî du sal e û niha li Dadgeha Îstînafê ye. Di hemû rûniştinên dadgehê de ez û parêzerê min amade bûn."
"Karê me fêrkirina Kurdî ye"
Li gorî gotina wê, dê roja îro bicihkirina cezayê wê dest pê dike û dê bê girtin.
Sirwe Pûrmihemedî xelka Sineyê ye û aktivîsta Rêxistina Nojîn e ku wekî ew dibêje: "Karê rêxistina me fêrkirina zimanê Kurdî û şopandina pirsgirêkên civakê ye."
Li gorî madeya 15an a Destûra Îranê, xwendin bi zimanê dayikê li dibistan û xwendingehên wî welatî ji bo hemû neteweyên cuda yên Îranê meşrû ye lê ev madeya destûrê heta niha ji aliyê hikûmetê ve nehatiye bicihkirin.