Mamosteyê zimanê Çînî: Bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene

.

Hû Çî Weyê ku li Zanîngeha Selahedînê mamosteyê Çînî ye da zanîn ku bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene.

Hû Çî Wey Kurdî û Çînî dan ber hev û got, “Kurdî zimanê tîpan (herf) e, Çînî zimanê karakteran e.”

Mamosteyê Çînî anî zimên ku hinek bêjeyên hevpar ên Kurdî û Çînî hene û wiha axivî:

“Dema ez fêrî Kurdî bûm min tê derxist ku hinek bêjeyên Kurdî û Çînî wekî hev in.

Wekî mînak em ji pîvazê re dibêjin ‘piyaz’, hewş bi Çînî ‘hawç’ e. Nan di Çînî de jî ‘Nan’ e.”

Hû Çî Wey diyar kir ku pêkhatina hinek bêjeyên Kurdî û Çînî jî wekî hev e û mînaka “rêziman”ê da:

“Rêziman bi Kurdî tê wateya ‘rêya zimên’. Em jî bi Çînî dibêjin ‘Yûfa’.

‘Yû’ ziman e û ‘fa’ jî rê ye. Yûfa bi Çînî jî dibe ‘rêya zimên.’

Wekî hûn dibînin şiklê pêkhatina bêjeyê bi heman awayî ye.`

Hû Çî Wey ragihand ku ew niha fêrî Kurdî dibe, belkî paşerojê xelkê Çînê fêrî Kurdî bike û ji bo vê bike plana wî heye.

Hû Çî Wey diyar kir ku li Îraq û Herêma Kurdistanê gelek kompanyayên Çînê hene û heke ciwan fêrî Çînî bibin dê derfetên wan ên peydakirina kar zêdetir bibin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir