Mamosteyên Kurdî dê êdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin

.

 Li gorî nameyeke ku ji Rêveberiya Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê re hatiye şandin, mamostayên Kurdî yên li Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê êdî bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.

Rêvebera Beşa Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê Sena Germiyanî roja Çarşemê 4ê Berfanbara 2023an ji Rûdawê re ragihand, “Me nameyeke fermî ji Encûmena Wezîran wergirtiye ku dê êdî  mamosteyên Kurdî di bin banê Hikûmeta Iraqê de bin.”

Sena Germiyanî ragihand, ew biryara kesên ku li deverên di bin kontrola hikûmeta federal de mamostetiyê dikin, li xwe digire.

Sena Germiyanî her wiha anî ziman, dê ji sibe ve dest bi cibicîkirina biryarê were kirin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Li Îzmîrê Seredana PSK, HAK-PAR û KED-DERê Kir
Mehmet Can Azbay: Divê 365 rojên salê ji bo kurdan roja zimanê kurdî bin
PWKyê Li Amedê Ji Bo Roja Zimanê Kurdî Semînerek Li Dar Xist
15’ê Gulanê!..
Farhan Haq: Divê rayedarên Sûriyeyê hemû pîvanên mafên mirovan bişopînin