Li gor medyaya Tirkiyê ji herêma Efrînê 25 mamosteyên piçek tirkî zanibûn li bajarê Hatayê beşdarî qursa bi qasî 10 rojî bûn û sertîfîkayên xwe yên zimanê tirkî hildan.
Mamosteyên qurs qedandine dê li dibistanên Efrînê zimanê tirkî bidin xwendekaran.
Derbarê vê projeyê de Kordînatorê Perwerdehiyê li Efrînê Hulusî Goçer wiha got: "25 mamosteyên ji Sûriyeyê beşdarî qursê bûn û qedandin. Jixwe piçek bi tirkî zanibûn û bi saya qursê jî zimanê xwe pêş xistin. Bi saya wan xebatan dê têkiliya di nav me de pêş bikeve û jixwe armanca me jî ev e."
Li gor raporên dezgehên mafên mirovî piştî dagirkirina Efrînê ji sedî 80 xelkê Efrînê koçber bûn û kesên li cih mane jî rastî binpêkirinên mafên mirovî têne.
Herwiha li gorî raporan metirsî heye ku demografya Efrînê bi giştî bê guhertin û li şûna niştecihên Kurd pêkhateyên ên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê wek Ereb û Tirkmen têne bicihkirin.