Mansur Yavaş heqaret li Alaya Kurdistanê kiribû: ‘Paçik heft bavikên te ne’

.

Ferdî Sak

Li pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê polîsan şekir li zarokan belav kirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaşê ku xwedî paşxaneke nijadperestiyê ye xwest ku hêzên ewlehiyê heman miameleya li Şirnexê li xwenîşanderên Stenbolê jî bikin û dev avêt alaya Kurdistanê û nirxên Kurdan.

Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu bertek nîşan da û got, “Paçik heft bavikên te ne.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş di axaftina xwe de amaje bi pîrozbahiyên Newrozê da û got:

“Doh li cihekî li Rojhilatê (Bakurê Kurdistanê) alayên ku li gorî min paçik bûn dihatin hejandin.

Dema ku polîsan li wir û şekirên pemboyî didan xelkê ez vê midaxeleya li vir rast nabînim.

Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirên pemboyî pêşkêşî xortan bikin.”

Heqareta li Alaya Kurdistanê karvedanên xelkê Bakurê Kurdistanê û siyasetmedarên Kurd li pey xwe anîn.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bi rêya Rûdawê bangî Mansur Yavaş kir ku lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bangî Yavaş kir û anî ziman:

“Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin.

Wekî hemû miletan miletê Kurd jî xwedî alaya xwe ye, wekî hemû miletan çawa alaya wan ji wan re pîroz e alaya Kurdistanê jî ji bo miletê Kurd pîroz e.

Em bangî Mansur Yavaş dikin, çawa tu rêzê li alaya xwe digirî divê tu rêzê li alaya miletê Kurd jî bigirî û ji miletê Kurd lêborînê bixwazî.”

Mansur Yavaş piştî Ekrem Îmamoglu ji bo namzediya Serokkomariya Tirkiyeyê navê duyem ê CHPyê ye.

Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîgolu jî ku bixwe Tirk e li ser hilbijartinan peyameke zelal da Yavaş û got:

“Mansur Yavaş li qisurê menêre, Kurd deng nadin te û ji niha ve dest ji berbijêriya Serokkomariyê berde.”

“Paçik heft bavikên te ne”

Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê Xê anî ziman:

“Paçik heft bavikên te ne. Paçik nirxên ku tu baweriya xwe bi wan tînî û nûnertiya wan dikî ye, faşîstê heram.

Ew ên ku bi pesndayînê te derdixin pêşiya xelkê bila zanibin, li cihê ku Mansurê dijminê Kurdan hebe dê Kurd nebin.”

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e