Mark Esper serdana Rojhilata Navîn dike

Wezîrê nû yê berevaniyê yê Amerîkayê dê serdana Rojhilata Navîn bike.

Wezîrê nû yê berevaniyê yê Amerîkayê dê serdana Rojhilata Navîn bike.


Wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esper ragehand, ku di serdana xwe de li gel fermandarên baskên artêşa welatê xwe yên li welatên Rojhilata navîn û Kendav a erebî re dê bicive.


Di wê serdana xwe ya ku biryare heftiya bê encam bide de, Mark Esper guftûgoya metirsî û gef û binpêkirinên Îranê yên li ser navçeyê jî bike.


Zêdetirî saleke peyvendiyên Tehran û Washingtonê geheştine asta herî xirab û Amerîkayê hejmarek ceza li ser Îranê sepandin.

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn