Mayineke PKKê bi otomobîla Pêşmergeyan de teqiya û Pêşmergeyek birîndar bû

.

 Hat ragihandin ku îro Çarşemê bombeya çandî ya ku çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê li ser riya sivîlan û Pêşmergeyan danîbû bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya û Pêşmergeyek di encama teqînê de birîndar bû.

Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Li sînorê qezaya Amêdiyê çekdarên PKKê bombeyek li ser riya çûnûhatina Pêşmerge û xelkê sivîl çand, di encamê de bombeya çandî bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya, her çend e xweşbextane ziyanên canî jê derneketin, tenê Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.”

Birîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Dixwazin raya giştî û xelkê Kurdistanê agahdar bikin ku çendîn car e PKK van reftaran li sînorê erkê Pêşmerge dubare dike û herwiha karê têkderane encam dide, bi van reftaran metirsiyê li ser sînor û xelkê sivîl dirust dike.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir