Mazlûm Ebdî: Pêwiste rêvebiriya nû ya Sûriyê temamê terefan temsîl bike

.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdi ragihand ku ji bo hêzên HSDê di bin sîwana wezareta bergiriyê ya Sûriyê de bigihînin hev, planekî xwurt û bi hûrayî pêwiste. Mazlum Ebdî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, fikra xwe weha ragihand:

“Em gelek razîne ku Perderson xebata pêvajoya siyasî ya Sûriyê bi ser bixe. Plana Rojava û hêzên Rojava di bin sîwana wezareta bergiriyê ya Sûriyê de bigihê hev, wê pêşiya têgihiştina fireh û yekgirtinê veke. Ji bo pêkanîna han, planekî xwurt, taybet û hûr pêwiste. Rêvebiriya Sûriyê divê ji bo temamê terefan edaletê û wekheviyê pêkbîne û temamê terefan temsîl bike.”

Di rêvebiriya Sûriyê de heya niha tenê erkdarên HTŞê hene û ti terefê siyasî an partiyên din kesekî erkdar nekirine.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'