Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî û Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, do Duşemê bi Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist re, bi rêya videokonferansê civiyan û tê de rewşa ewlekarî, aborî û mirovî li Rojava gotûbêj kirin.
Li gor zanyariyan, her du aliyan qala şerê terorê û berdewamiya operasyonên li dijî DAIŞê, mijara kampan û pêşxsitina navçeyê kirin û herwiha piştevaniya li HSDê û Rêveberiya Xweser jî gotûbêj kirin.
Mazlûm Kobanî diyar kir, hikûmeta Swêdê piştevaniya çareseriyan li navçeyê dike û ji Wezîrê Berevenaiya Swêdê Peter Holtqvist xwest ku Swêd di mijarên leşkerî û ewlekariyê de li ser piştevaniya xwe bo HSDê berdewam be.
Mazlûm Kobanî da zanîn, pêwîst e li Sûriyê çareseriyek domdar were pêkanîn û ji bo ewlehiya deverê hewce ye têkoşînek bi bandor digel şaneyên razayî yên DAIŞê were kirin.
Fermandeyê HSDê behsa hewlên sivikkirina barê li ser milê HSDê li kampa Holê kir û careke din daxwaz kir, welatên biyanî welatiyên xwe yên tevlî DAIŞê bûbûn û niha li cem HSDê yan girtî ne û yan jî di kampan de ne, werbigirin.
Wezîrê Berevaniya Swêdê Peter Holtqvist jî destnîşan kir, ji bo avakirina ewlehiyê li Sûriyê pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be di xebatên xwe de. Holtqvist eşkere kir, ji bo jiyanek bi ewle û bi rûmet, pêwîst e DAIŞ bi temamî ji holê were rakirin.
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bedran Çiya Kurd jî da zanîn, ji bo avakirina Sûriyê ji nû ve, hewcedarî bi piştevaniya navdewletî heye.
Çiya Kurd bal kişande ser vîrusa Korona û diyar kir, dever di her warî de hewceyî piştevaniyê ye. Di hevpeyvînê de hate destnîşankirin ku dê hevdîtin di navbera aliyan de berdewam bin.