Mazlûm Kobanî: Hevdîtinên me ligel Tirkiyê ji bo encamekê didomin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî daxuyaniyek da.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî, ragihand ku divê “navçeya aram” ku biryar e ji aliyê Tirkiye û Amerîkayê ve li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin,  di navbera Dicle û Ferat de be. Mezlûm Kobanî herwiha got ku li ser vê mijarê hevdîtin wan bi awayekî nerasterast  bi Tirkiyê re hene.

 

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, divê “navçeya aram” di navbera çemên Dicle û Firatê de be ji bo ku êrîş û gefên Tirkiyê were parastin.

 

Kobanî ji ajanseke nêzîkî HSDê re axifî û got, hevdîtin wan bi awayekî nerasterast bi Tirkiyê re hene lê ew negihiştine tu encamekê.

 

Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn ku ji bo ew bigihêjin rêvkevtinekê hevdîtinên wan berdewam in.

 

Mezlûm Kobanî herwiha eşkere kir ku tê gotin dê “navçeya aram” di navbera Serê Kanî û Girê Sipî de be, lê wan ji Amerîka û Tirkiyê xwestine ku di navbera çemê Ferat û Dicle de be.

 

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt