Mazlûm Kobanî: Tevahiya cîhanê pişta xwe daye Kurdan

.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di hevdîtineke ligel medya Swîsreyê axivî û got: ''Heger piştgiriya Kurdan neyê kirin, wê rêxistina DAIŞê bihêztir li navçeyê vegere.''


Li gor Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mazlûm Kobanî di hevdîtina ligel medya Swîsreyê axivî û diyar kir: ''Kurdan ligel pêkhateyên navçeyê karîbû rêxistina DAIŞê, ji aliyê serbazî ve li navçeyê têk bibe. Lê cîhanê pişta xwe dan Kurdan. Ev yek dê bibe sedema rêxistina DAIŞê li navçeyê bihêztir vegere.''


Mazlûm Abdî (Kobanî) dibêje: ''Navçeyên Rojhilatê Bakurê Sûriyê rastî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tên. Kurd jî di wê baweriyê de ne, tevahiya cîhanê pişta xwe daye wan, li hemerî van êrîşan bêdeng in.''
Li gor Fermandarê HSDê dide zanîn: ''Êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeyê, bihêztir in ji yên serdema DAIŞê''

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne