Brett McGurk li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku "Ez pêşwazî li gotûbêjên navbera herdu serokwezîr Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî dikim ku ji bo bihêzkirina hevahengiya asayiş û aboriyê, di bin Destûra Iraqê de hatiye kirin.”
McGurk amaje bi wê yekê kir ku "ji bo têkbirina DAIŞê û başkirina xizmetguzariyan û bicihanîna hewcedariyên xelkê, ev civîn gelek giring e".
Roja duşemê 30-07-2018an li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û çend mijaran gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji kanala Iraqî re ragihand: “Di vê civînê de me behsa komek ji dosyeyan kir, ku beşek ji wan taybet bûn bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, ji wan jî vekirina rêyên Hewlêr-Kerkûk û Duhok-Mûsil, rêya navbera Şingal-Duhok, evana di nava wan dosyeyan de bûn, ku me li gel birêz serokwezîr gotûbêj kir.”