“Me divêt di vê dorê de Destûra Kurdistanê binivîsin”

Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, me dil heye di vê dora parlementoyê de Destûra Kurdistanê binivîsin.

Navenda Nûçeyan - Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê, Şivan Kerîm ji BasNewsê re got, reşnivîsa pirojeqanûna Destûra Herêma Kurdistanê di dora berê ya parlementoyê de carekî hatibû gotûbêjkirin. Lê ji ber hinek sebeban û lihevnekirina alîyên sîyasî, hat paşxistin.

Şivan Kerîm her wiha got, lê em dixwazin di vê dora parlementoyê de reşnivîsê xilas bikin û êdî bila me jî Destûr hebe, ji ber ku Destûr gelekî pêwîst e bo me. Hebûna Destûrê tê wayeta qehîmbûna statûya Herêma Kurdistanê.

Bi gotina wî parlementerî, pesendkirina reşnivîsa Destûrî pêwîstî bi rizamendîya %80 endamên parlementoyê heye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e