Navenda Nûçeyan - Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî, di 15’ê gulana 2020'an de daxwaznameyeke de dabûn MEB'a Tirkîyeyê û daxwaz kiribûn ku 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî li ‘Roj û Hefteyên Dîyarkirî’ yên Tirkîyeyê bê zêdekirin û li dibistanên seretayî û navîn bê pêkanîn. MEB’ê ev daxwaza parlamenterên HDP’ê bersivand û bi hinceta ku “Ji bo Destûra Bingehîn û hiqûqa heyî ne guncav” e red kir.
WEZARETÊ XWE DEREWAND
HDP’îyan di daxwaznameya xwe de bi bîr xistibûn ku di sala 2015’an de MEB’ê 17-25’ê kanûnê wekî "Roja Zimanê Erebî" qebûl kirîye. Wezaretê, di bersiva xwe de ev bibîrxistina HDP’îyan red kir û dîyar kir ku Roja Zimanê Erebî di nav ‘Roj û Hefteyên Dîyarkirî’ de cih nagire.
EREBÎ LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN E
Egîtîm-Îşê, di sala 2015’an de serî li MEB’ê dabû û jê daxwaz kiribû ku hefteya 17-25’ê kanûnê wekî ‘Hefteya Têkoşîna li dijî Bertîl û Nelirêtîyê” bê îlankirin, lê wezaretê ji 18’ê kanûnê şûn ve hefteyekê wekî Hefteya Erebî îlan kiribû.
MA