SkyNewsê li hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku çavkaniyên leşkerî gotiye ku dewriyeyên hevpar ên tirkî-amerîkî li Minbicê dest pê kir.
Herwiha Dewriyeyên hêzên tirkî di çarçoveya cîbcîkirina peymana Amerîka û Tirkiyeyê de ya ku dibêje divê Yekîneyên Kurdî(YPG) ji Minbicê vekişin, dewriyeyên hêzên tirkî derbasî bajarê Minbicê bûn.
Ji aliyê din ve, RTyê ragihand ku hinek medya dibêje, Hêzên Tirkiyeyê herêmên derdora Minbicê.
Televizyona tirkî NTVê li ser zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku leşkerên tirk di çarçoveya peymana li gel Amerîkayê de ketiye taxên derdorê yê Minbicê.
NTVyê hinek wêne weşand û îdîa kir ku ew dîmenên destpêkê ne.
Li gorî malpera ANHAyê, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şevran Derwîşî ew îdîayên ku Artêşa Tirkiyeyê ketiye Minbicê red kirin û teqez kir ku dewriyeyên tirkî dê li herêmên Mertala Firatê bigerin û yên amerîkî dê li herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bigerin.
Derwîş diyar kir ku hêzên wan li ser xetê temasê yên li gel hêzên Mertala Firatê ne û dewriyeyên amerîkî û tirkî di heman demê de li aliyên cuda pêk tên.
Herwiha berdevkê berê yê PYDê li Ewropayê Newaf Xelîl li ser hesabê xwe yê Twitterê bi heman awayî ew îdîa red kirin û got: "Ji bilî hêzên amerîkî û hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, ti hêz li Minbicê tine ne. Ew tiştên tên belavkirin ku dewriyeyên tirkî ketinê, bêbingeh in û ji rastiyê dûr in."
Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adilî jî teqez kir ku ti hêzên tirkî neketine bajarî û got, dewriyeyên tirkî li seranserê xeta derveyî ya Minbicê pêk tên û ti hebûneke hêzên tirkî di nava bajarî de tine.
Herwiha Ebû Adilî jî got ku hêzên tirkî dê li aliyê Mertala Firatê bigerin û dê nekevin bajarî û yên hevpeymaniyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê di li nava erda Minbicê bin.