Navenda Nûçeyan
Ji bo Artêşa Tirkîyê li Rojavayê dest bi operasyonekê bike li Meclîsa Tirkîyê ji bo tezkereyê civînek pêk anî. Meclîsê tezkere qebûl kir.
Di 30ê Çirîya Pêşîyê (meha 10.) dema tezkereya destûrê dide Artêşa Tirkîyê li Iraq û Sûrîyê operasyonê bike dê temam bibe. Ji bo artêş dest bi operasyona bi navê "kanîya aştîyê" bike divîya meclîsê destûr bidaya.
ÎYÎ Partî, Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) û Partîya Komarî ya Gelî (CHP) ji bo tezkereyê dengê erê dan. Bi tenê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dengê na daye.