Medya Kurdî gelo çiqas medya Kurdan e?

.

Dr. Cetin Zinar / Rojnamevan

Îsal me 127 salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. Her sal raja 22 Nîsanê wek roja Rojnamevaniya Kurdî tê pîroz kirin. Lewra Rojnameya bi Kurdî cara yekem roja 22 Nîsana 1898’an hatibûn weşandin. Rojnameya Kurdistan li Kahireyê di bin rêveberiya Mithat Miktat Bedirxan de, dest bi weşana xwe kiribû.

Her sal roja 22 Nîsanê di vê çerçoveyê de, bername û gotûbêj tên organize kirin, makele û nivîs tên weşandin. Navarok jî her sal heman e, tiştek nû nahêt gotin.

Îsal min xwest di çarçoveyek aktuel de, salvegera Rojnamegeriya Kurdî bigrim test. Pirsgirêkên medya Kurdî, wasifeya medyayê, bandora wî li ser civakê, mijara herê girîng jî, pêwendiyê medya û siyasete ye.

Em pêşî qala wazifeya medyayê bikin da ku bibinin gelo Medya Kurdî çiqas wasifeya xwe bi cih tîn e paşê jî em li ser sedamê wan bisekinin, bi vê şiklê emê werin pêwendiya Medya û siyaset. Emê bibinin gelo Medya Kurdî’ çiqas ya Kurdan e.

Îro di fakülteyên Rojnamegeriyê û wek displîneke zanistî 5 wazifeyên esasîyên medyayê tên qebûl kirin.

Agahdarî: Divê civakê ji rûdanê dinyayê agahdar bike.

Venêrin:  Li ser navê raya giştî hikûmetan kontrol dike, venêrînê pêk tine. Li jêr di çarçovaye pêwendiyê medya -  siyasete de, ezê behsa vê wazifeya medyayê bikim.

Perwerde: Divê berdewamiya perwedehiya hem kesên ku xwendina xwe xilas kirine, him jî zarokan bidomîne. Ev li ser milê medyayê wazifeyek gelek giringe e. Lewra bi taybetî li Bakûr perwerdehiya zimanê zikmakî tûne, dive bi rêya Medyayê em diroka xwe û zimanê xwe hîn bibin. Mixabin iro em di medya Kurdî de, ji % sedî 10 jî bernamedyên bi vê renge nabînin.

Şahî: Ji bo ku hemwelati wexta xwe xweş derbas bikin, divê bernameyên şahîyê çê bike.

Parastina Çand û dîrokê: Medya divê di nav paşeroj û pêşerojan de wek pire wazive bike. Çand û dîrokê biparêzîne.

Mixabin em dibînin ku Medya Kurdî piraniya waziveya xwe bi cih nayne, lewra gelek pêroblem henin. Problemên ekonomi henin, problemên tecrûbey ê henin. Li Bakûr Fakulteyê Rojnamegeriyê bi Kurdî tune. Literatura medyayê hêj rûneniştiye. Probleme herî mezin jî medyayek ser bi xwe tune. Ji seba ku Medya Kurdi di bin kotrola siyasete de ye, wazifeya xwe ya venêrinê nikara pêk bîne.

Ji ber vê yekê, wek sernivîsê de, min pirs kir ku  ‘Medya Kurdî gelo çiqas medya Kurdan e?’ Li gor ideaya min medya Kurdan ya ser bi xwe tune. Medya partiyên Kurdan hene. Medya PDKê hedyd, medya YNKê heye, medya PKKê heyd, medya Goran heye, Medya AKPê heye, medya partiyên îslamîyên Kurdan hene. Her parti bi xwe medya wê heye. Ji seba ku aitên partiyan ne, li dijî partiyên xwe nikarin xeberek belav bikin an rexne bikin. Tu car nikarin weşanek objektif bikin. Li hemberê partiyên xwe tarafgir, li hemberên hev jî zimanek tund û dijmanî bikar tînin. Ew jî, di nav civaka Kurdan de, dibe sedama dişminiyê, civakê perçe dike. Berjewendiyê partiyên xwe di ser berjewendiyên Kurdan digrin dest.

Nokakiyek wisa jî, li hemberên dijminê Kurdan objektifin, wek mînak Rûdaw hêj jî, ji bo terorîstên hovî yên DAİŞê, peyva ‘Çekdar’ û ‘Şervan’ bikar tîne. Peşmerge bi van teroristan re di nav şer de bû, Rûdawê jî, ji wan re digot şervan. Ev yek jî di çarçoveya objektifiyê de dinirxandin. Ger tam ters be, di mesleyên nav xwe de objektif, di meseleyên derve de subjektif be, milli be. Madem tu Medya Kurdî yi divê tu milli tev bigerî.

Ji seba ku karê Medyayê pir biha ye û meseleyên aborî yê, medya Kurdî di bin qontrola siyasetê de ye. Karsazek nikare ji karê medyayê pere qezenc bike. Li pişt medyayê divê finansorek hebe. Ew jî gelek zehmet e. Lewra medya pere nahine, her tim mesref e. Tek hatiniya wê reklam e. Ji bo medya Kurd jî gelek zehmet e, bi hatiniya reklamê li ser linge xwe bisekine.

Bi rastî ji xwe, pêdivî bi medya kevneşopî (TV, Radyo, Rojname, Kovar) jî, pir neme ye. Medya kevneşopî li hemberê medya nû (Sosyal Medya) têk çû. Îro ji % 48 kes, xeberan  tenê ji sosyal medya dişopînin. Ew jî, ji bo Kurdan firsandek gelek girng û mezin bi xwe re anî.

Lewra Medya nû gelek girîng e. Dinyayê kiriyê gundek global. Pêdivî bi sermaye yê tune. Di bin qotrola siyasetê de nine. Yanî medya kurdî di qada digital de, dikare serbixwe be û li gor berjewendiyên gelê xwe tev bigere. 

Amedekirina navaroka Sosyal Medya bi rêya Mejiyê Çêkirî (Yapay Zeka) hêsantir e. Ji xwe ji bo ku em di dinya digital de, arşiv der heqê Çand, Dîrok, siyasta Kurdan de bihêlnin divê em giringî bidin ser Sosyal Medyayê.

Wek mînak: Eger îro tu ji ChatGPT an jî ji Gork der heqê Kurdan de tiştek pirs bikî. Li algoritmayê, alema digital gişî dinêre, paşê ji wan informasiyonan agahiyek der dixe. Eger di dinya digtal de, em bixwe agahiyê rast arşiv bikin wê deheqê Kurdan de, agahiyên rast derxe holê, an jî înformasiyonên li dijî me ku ji hêla dijminên me hatine amadekirin derxe pêş.

Ji bo medya kevneşopî tiraj û reyting çiqas giring be, ji bo Medya Sosyal jî, şopiner wisa giringin. Ji ber bê yeke jî, divê em Kurd hesbin hev bişopînin.

Kurdistan Haberleri

Resepsîyona Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li Diyarbekirê
Encama Konferansa Neteweyî hat eşkerekirin
Serok Mesûd Barzanî: Îro ji bo gelê me derfetên gelekî baş derketinê holê
ROJAVA - Konferansa Neteweyî dest pê kir
Amerîka: Em piştgiriyê didin diyaloga Kurdan