Meha borî 7 welatiyên kurd li Rojhilat û Îranê hatine bidarvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, meha borî 7 welatiyên kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, 6 kes ji wan bi tohmeta kuştinê û yek jî bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.
Li gorî amarên Hengawê, 4 kes ji wan kesên ku hatine bidarvekirin, xelkê parêzgeha Ormiyê bûne, 2 kes xelkê Loristanê û kesek jî xelkê Kirmaşanê bûye.