Nivîskarê Kurd Mehmet Dîcle diyar kir ku yek ji armancên LiteraKurd Mala Wêjeyê ew e ku nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê bîne Amedê û dan û standinê di nava nivîskarên Kurd de bihêz bike.
Li Ameda Bakurê Kurdistanê ji bo bi pêşxistina ziman û edebiyata Kurdî saziyeke nû ya bi navê LiteraKurd Mala Wêjeyê hat avakirin.
"Em ê kurs û panelên zimanê Kurdî li dar bixin"
Nivîskarê Kurd Mehmed Dîcle li ser xebat û armanca LiteraKurd Mala Wêjeyê û rewşa edebiyata Kurdî ji Rûdawê re axivî û bersiv da pêşkeşkara Rûdawê Sîma Abxizirê.
Mehmet Dîcle da zanîn ku li vê saziyê dê kursên zimanên Kurdî yên wekî Kirmanckî (Zazakî), Kurmancî û Kurdiya Jêrîn (Soranî) bên dayîn. Her wiha dê kargehên nivîskariyê û edebiyatê li vir bên lidarxistin û li ser ziman û edebiyatê jî panel werin organîzekirin.
Dîcle got, "Em dê nivîskarên edebiyata cihanê, nivîskarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê jî bînin Diyarbekirê û wan li vir bikin mêvan."
"Pirsgirêkên edebiyata Kurdî pir alî ne"
Nivîskar Dîcle diyar kir ku pirsgirêkên edebiyata Kurdî gelek in û çareserkirina wan jî ne hêsan e.
Li gorî wî, ev pirsgirêk hemû bi hevdû ve girêdayî ne û ji aborî û siyasetê heta pêvajoyên konjunkturel her tişt bandorê li hev dikin.
Mehmet Dîcle eşkere kir ku hewla wan a çareserkirina hin pirsgirêkan heye û got, “Hewldana me heye ku em hin pirsgirêkan çareser bikin. Çareserkirina pirsgirêkan tiştekî gelekî mezin e.
Ti sazî û kes bi tena serê xwe nikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Ev karê xebata bi deh û 20 salan e,"
"Kurdî pir nayê xwendin"
Nivîskar Dîcle destnîşan kir ku pirsgirêka serekî ya li pêşiya edebiyata Kurdî ew e ku Kurdî pir nayê xwendin, eleqedariyeke zêde li hemberî Kurdî nîne û li Bakurê Kurdistanê Kurdî ne zimanê dibistanê ye.
Dîcle da zanîn ku LiteraKurd Mala Wêjeyê dê bêtir li ser edebiyata modern kar bike û got, "Em dê li ser nivîsîna kurteçîrokan, roman û helbesta modern, şano û senaryoyên sînemayê bixebitin lê dê deriyê me ji her beşa edebiyatê re vekirî be."
"Kadroyên me amade ne"
Mehmed Dîcle tekez kir ku Kurdî û saziyên ziman amade ne ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Wî got ku bi hezaran mamosteyên Kurdî hene, di zanîngehan de Kurdan master û doktorayên Kurdî wergirtine û profesorên Kurdî hene.
Li gorî gotina Dîcle bi salan sazî û dezgehan, weqfan, zanîngehan pirtûk amade kirine.
Ew pirtûk belkî têr nekin lê kadroyên Kurdan hene ku di nava 6 mehan de pirtûkên dersan amade bikin.
Rûdaw