Mehmet Kaya astengiya mezin a li pêşiya bazirganiya navbera Amed-Hewlêrê aşkere kir

.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Mehmet Kaya ragihand, ji bo pêşxistina bazirganiya di navbera bajarên Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de gelek asteng hene û astengiya herî mezin jî nebûna geştên rasterast di navbera Amed û Hewlêrê de ye ku tenê li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê maye.

Renc Sengawî li Ameda Bakurê Kurdistanê ye. Bernameya vê carê taybet e bi bazirganiya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.

Salane danûstandina bazirganiya Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, ji 10 milyar dolaran zêdetir e. Serokê Borseya Amedê Engin Yeşil dibêje, Hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşxistina sektora bazirganiyê alîkariya wan dike.

Engin Yeşil got: “Li vir dewlet ji bo 12 salan heqê sîgortayê naxwaze, heqê sîgortayê jî pir pere dibe. Heqê erd nadî, heqê erd jî gelek pere dike, yanî pir îmkan hene. Lê li hêla Kurdistanê tiştê ku ez dizanim tenê erd dide te, ew jî ji 49 salan re bi kirê dide te. Li wê derê divê enerjî bê pere be.”

Li gor Serokê Odeya Bazirganî ya Amedê, gelek sedem hene ku dibin sedema astengiyan ji bo pêşxistina bazirganiya di navbera bajarên Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de. Mehmet Kaya diyar kir, astengiya herî mezin jî nebûna geştên rasterast di navbera Amed û Hewlêrê de ye, ku tenê li ser biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê maye.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê, Mehmet Kaya got: “Beriya du mehan kompaniya Sun Express ku kompaniyeke hevbeş a hêla esmanî ye di navbera Almanya û Tirkiyê de, daxwazek pêşkêş kir bo destpêkirina geştên esmanî di navbera Amed û Hewlêrê de. Me jî ev daxwaz gihand Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê. Ew îznê dixwazin, ji balafirxaneya Hewlêrê îznek ji bo wan pêwîst e.”

Sala 2013 û 2015an di navbera Bakur û Herêma Kurdistanê de qebareya bazirganî gihişte 15 bo 17 milyar dolaran. Lê di salên dawî de heta 10 milyar dolaran daketiye. Di demekê de ku dikare bigihêje 25-30 milyar dolaran.

Serokê Yekitiya Hawirde û Hinardekarên Kurdistanê, Mistefa Ebdulrehman ragihand: “Bi destekî çê nabe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xemê de nîne, bi rastî xemê lê naxwe ku niha bi awayekî baş piştgiriya hawirdekar, xwediyên kar û bazirganan nake daku ew bikarin kargehên stratejîk vekin. Nirxê elektrîkê wek mînak li Iraqê bi 60 dînarî ye, li Herêma Kurdistanê bi 157 dînaran e.”

Herçiqas peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de, di rewşeke asayî de ne, lê başbûn û xirabbûna peywendiyan bandoreke rasterast li ser qebareya bazirganiya her du aliyan dike.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê, Mehmet Kaya dibêje; “Ji bo bazirganî pêşkeve divê siyaset jî baş birêve biçe.”

Nûçe: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike