Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku di demeke nêzîk de dê geştên esmanî yên navbera Amed û Hewlêrê careke din dest pê bikin.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz duh çûbû Amedê û dabû zanîn ku wî hevdîtin bi Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê re kiriye.
Cevdet Yilmaz gotibû dê geştên asmanî yên navbera Amed û Hewlêrê careke din dest pê bikin.
Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya beşdarî bultena Rûdawê bû ji bilî vê mijarê, behsa bazirganiya di navbera Amed û Herêma Kurdistanê de kir.
Mehmet Kaya destnîşan kir ku herçend dema destpêkirina geştên asmanî yên navbera Amed û Hewlêrê nehatibe diyarkirin jî Cevdet Yilmaz jê re gotiye ku dê di demeke nêzîk de dest pê bikin.
“Amed ji sedî 55ê hinardeyê xwe bi Herêma Kurdistanê re dike”
Kaya bi bîr xist ku Cevdet Yilmaz di heman demê de ji koordînasyona giştî ya aboriyê jî berpirsyar e û ew herêmê baş nas dike û got:
“Ez di her mijarê de bi hêsanî bi wî re diaxivim. Ew baş dizane ku Amed ji sedî 55ê hinardeyê xwe bi Herêma Kurdistanê re dike.
Ne tenê ev, di heman demê de ew dizane ku gelek karsazên me li Herêma Kurdistanê kar dikin û karsazên Kurd jî dema ji Hewlêrê tên rûbirûyî pirsgirêkan dibin.
Herwiha dizane ku dema geştyar çi ji bo tenduristiyê û çi ji bo serdanê tên welatê me, rûbirûyî pirsgirêkan dibin lewma ew ji nêzîk ve bi mijarê re eleqeder dibe.
Me gelek caran pê re hevdîtin kiriye. Ew her hebe, dema îro hat Amedê mizgînî da me.
Em dê di demeke nêzîk de biçin serdana Birêz Cevdet Yilmaz û em dê behsa tedbîrên ku ji bo ev geşt careke din ranewestin bikin. Ev yek dê bazirganiya me jî zêde bike.”
Geştên asmanî çima hatibûn betalkirin?
Kaya da zanîn ku geştên navbera Hewlêr û Amedê Adara 2019an de dest pê kiribûn lê paşê berdewama geştan nehatibû û sedemên vê yekê jî wiha rêz kirin.
“Yekem, saetên firînê hem ji bo karsazên ku ji Tirkiyeyê diçûn û hem jî ji bo yên ji Herêma Kurdistanê dihatin, ne guncaw bûn lewma nedihatin tercîhkirin.
Pirsgirêkek din divê piştgiriya geştên yekem ên bi rengî bê kirin.
Piştgiriya çawa? Bi taybetî rêwiyên ku ji Herêma Kurdistanê tên, divê hem ji bo biçin derve û hem ji bo geştên navxwe hêsankarî ji wan re bê kirin.
Bi gotineke din, rêwiyên ku ji Kurdistanê tên û dixwazin biçin bajarên wekî Enqere, Stenbol an jî dixwazin biçin Almanyayê divê ev geştên wan jî bêne pêkanîn.
Eger ev neyê kirin, bêguman em dê bi hin pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Divê ev yek bên çareserkirin.
Ya duyemîn, pirsgirêka vîzeyê heye. Bi taybetî ji bo karsaz û kesên ku ji ber sedemên tenduristiyê tên Tirkiyeyê, divê karên vîzeyê yên li Amedê yan jî Hewlêrê gelekî hêsan û bilez bin û nekevin ber kontroleke dirêj.
Mijara sêyem jî ev e ku veguhastin bandorê dike. Ji bo berhemên bazirganiyê yên ji vir diçin Hewlêrê û yên ji wir tên vir jî divê sîstema kargoya balafirê hebe.
Ev di geştên berê de hatibûn paşguhkirin. Mixabin ji ber vê yekê geştên berê hatin betalkirin.
Helbet ez geşedanên siyasî jî derveyî vê dihêlim. Pêwendiyên siyasî di demên dawiyê de xirab bûn, bi taybetî piştî referandûmê lê em dibînin ku niha ber bi başiyê ve çûne.
Em dibînin ku serdanên dualî zêde dibin. Ev pêşveçûneke girîng e.”
“Divê karên vîzeyê bên hêsankirin”
Kaya teqez kir wekî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ew piştgiriyê didin jinûvedestpêkirina geştên asmanî û bi qasî ku ji destê wan tê ew dikin û wiha domand:
“Bi taybetî em dizanin ku berdewamiya van geştên navbera Amed û Hewlêrê dê ji bazirganiya me re bibe alîkar ku em bigihîjin asta herî bilind.
Îro cîranên me yên sînorî yên li welatên Balkanan pir rehet dikarin bên Edîrne û Tekîrdagê.
Ji bo hatin û çûna ji Îraqê bi taybetî ji Herêma Kurdistanê jî divê heman asankarî bê kirin.
Em dê di demeke nêzîk de ji Wezîrê Karên Derve yê me bixwazin ku di mijara mijarên vîzeyê de hêsankarî bên kirin.
Amed ji bo pêşxistina her cure têkiliyên bi Hewlêrê re bajarekî guncaw e.
Ew dikarin li Amedê ji kesên ku bi zimanê wan diaxivin xizmetên tenduristiyê û tûrîzmê wergirin bêyî ku biçin bajarên wekî Enqere û Stenbolê.
Ji ber vê yekê divê karê vîzeyê bê hêsankirin.”
Bazirganiya Ame û Herêma Kurdistanê
Kaya diyar kir ku her çend di mehên Kanûna Paşîn û Sibatê de bazirganiya derve ya Amedê ji sedî 20 kêm bûbe jî bazirganiya bi Îraqê û bi taybetî ya Herêma Kurdistanê re zêde bûye û wiha pê de çû:
“Amed ji sedî 55ê hinardeya xwe bi Herêma Kurdistanê re dike.
Ev tê wateya, Îraq bi taybetî Kurdistan di warê bazirganiya derve de ji bo me welatekî hedef û girîng e.
Divê em vê yekê zêde bikin û ev dikare pir bi hêsanî zêde bibe. Ji aliyê din ve, gelek markayên Tirkiyeyê, di serî de markayên Amedê, li Hewlêrê firoşgehên xwe hene.
Nabe karsazek 5-10 saetan li Xabûrê li Îbrahîm Xelîlê were sekinandin, bi vî awayî bazirganî bi pêş nakeve.
Kaya bal kişand ku di sala 2012an de rêjeya bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re 14 milyar dolar bû û got:
"Me piştî 10 salan kariye bigihêjin vê rêjeyê. Her du alî dikarin vê qebareya bazirganiyê bigihînin 50 milyar dolarî.
Navbera Tirkiye û Îraqê de deriyekî nû yê alternatîv
Kaya, destnîşan kir ku ji bo deriyê sînorî yê Xabûr-Îbrahîm Xelîlê rehettir bibe, deriyê duyemîn girîng e lê ew ne li gel wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê were paşguhkirin.
Derbarê vê mijarê got, “Em dibêjin dibe ku li deriyekî wiha pirsgirêkên ewlehiyê rû bidin.
Heya niha, deriyê bazirganiyê yê ku ber bi Xabûrê ve diçe pir ewle ye.
Li gel ku rêbazek heye her kes bi ewle berhemên xwe hinarde dike, lêgerîneke xeternak û alternatîv dê bazirganan aciz bike.
Kesên bazirgan pirsgirêkan naxwazin, dixwazin berhemên xwe bi aramî bişînin. Ji ber vê yekê, rêbazeke ku her du alî jê razî bin a herî baş e.”
Nûçe: Rûdaw