Mehmet Sevînçê girtî, li Girtîgeha Akhîsarê miriye

.

Mehmet Sevînç beriya niha xwîn çûbû ser mejiyê wî. Sevînçî îro li nexweşxaneyê miriye.

Mehmet Sevînçê li Girtîgeha Akhîsarê 3yê Nîsanê xwîn çûbû ser mejiyê wî li nexweşxaneyê miriye. 

Hatibû îdiakirin ku Sevînç li hicreya xwe ser hişê xwe çûye û dema gardiyan çûne hicreya wî pê hesiyane. Sevînç birine Nexweşxaneya Dewletê ya Akhîsarê, navçeya Manîsayê û ji ber xwîn çûye ser mejiyê wî, doktoran ew emeliyat kiriye. 

Mehmet Sevînç ji wê rojê de ye li nexweşxaneyê ye û malbata wî li ber avahiya nexweşxaneyê ne. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro saet li derdora 11.00ê de leşkeran ji malbatê re gotiye, Sevînç can daye. Cenazeyê Sevînçî ji bo kirina otopsiyê birine morga nexweşxaneyê.  

"Ew avêtin hicreyê û kuştin" 

Bêrîvan Sevînç, keça Mehmet Sevînçî gotiye ku bavê wê avêtine hicreya yek kesî: “Bavê min avêtibûn hicreya yek kesî û di wir de ew kuştin. Ti agahiyê nadin me. Çima miriye, çi hatiye serê wî ji me re nabêjin. Xebara mirina wî jî ne doktor leşker tên didin me.” 

Ji sala 1992ê ve girtî ye

Mehmet Sevînçê 63 salî di sala 1992ê de li Êlihê hatiye girtin û pişt re ew bi cezayê miebetê ceza kirine. Sevînç heta niha li girtîgehên  Êlih, Sêrt, Dîlok, Trabzon, Kandira maye. Herî dawî di sala 2018ê de ew şandine Girtîgeha Akhîsarê. Malbat bi hêceta pandemiyê ev du sal in neçûbû hevdîtina wî. Ji berdana Sevînç re salek û nîv mabû. Ew bavê sê zarokan e û malbata wî li Kocaeliyê dijî.

 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir