Mehmet Uzun wê îro di salvegera koça xwe de bê bibîranîn

.

Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di salvegera 15emîn a koça xwe ya dawî de li Amedê bi tevlîbûna malbat û hezkiriyên wî tê bîranîn.


Hevjîna Mehmed Uzun, Zozan Uzun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku îro Sêşemê 11ê Cormehê dê Mehmed Uzun seat 14:00 li ser gora wî were bîranîn.


Zozan Uzun herwiha daye zanîn ku piştî axaftin û merasîmên li ser goristanê dê di seat 16:00 de li konaga Zerzevanê dost, heval, malbat û xwendevanên Mehmed Uzun li hev kom bibin û sohbetekê li ser jiyan û berhemên wî lidar bixin.

Mehmed Uzun kî ye?


Mehmed Uzun 1ê Çileya 1953 li navçeya Siwêrekê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye m. 11ê Cotmeha 2007 li Amedê koça dawî kir.


Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelatdariya Tirkiyşê ve hat zîndanîkirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.


Ew endamekî PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.


Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nenivsandiye, gelek hin berhemên xwe bi zimanên Tirkî û Swêdî jî nivîsîye.


Ew sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. 


29ê meha gulana 2006ê hat zanîn ku tûşî nexweşiya giran a şêrpenceyê bûye.


Rojek wek îro, 11ê meha 10an de çû ser heqiya xwe.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn