Mekteb Qurana Kurdistanê derheq binçavkirina mamoste “Seyîd Sêfullah Husênî” daxuyaniyek belav kir

.

Di vê daxuyaniyê de êrîşa hovane ya Spaha Pasdaran a terorîst bo ser mala mamostayê Olî “Seyîd Sêfullah Husênî” û hevjîna wî ya 60 salî bi tundî hatiye şermezarkirin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye :

Pêka zaniyariyên serast ên belavbûyî ji bajarê Ciwanroyê, hêzên Spaha Pasdaran duh şevê nêzî demjimêr 12 û çarêkeke şevê, bi bê agehdarkirina berê, êrîş kirine ser mala mamosta mela “Seyîd Sêfullah Husênî” ê pêşnimêjê mizgevta “Xatemul Enbiya” ya bajarê Ciwanroyê. Wan hêzan bi bê agehdarkirina berê û bê îzinê derê mala wî mamosteyê olî şikamdine û çûne nav mala wî û digel hevjîna wî ya bi navê “Xatûn Qadirî” ya temen 60 salî, reftarek hovane kirine; Bi awayekî ku destê wê xatûnê dişkênin bi lezgînî bo nexweşxaneyê tê veguhastin. Piştre mamosta Seyîd Sêyfullah Husênî binçav kirin û digel xwe birin.

Xelkê xwedî xîret ên Ciwanroyê di dema bihîstina vê kiryara hovane de, tevî vê ku derengiya şevê bû ji malên xwe derketin û li hember Fermandariya bajar kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi silogana “Ellah û Ekber” daxwaza azadkirina mamosta “Sêyfullah Kirin”; hewceyê gotinê ye ku maosta seyîd “Sêyfullah Husênî” endamê Şêwreya “Mekteb Qur`an” a Kurdistanê ye û yek ji maostayên Olî yên bivêr û hezkirîtirîn ê Sunniyên Kurd di Îranê de ye.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire
Amerîka: Îran û komên girêdayî wê Îraqê ber bi şer ve dibin