Mekteba Siyasî ya YNKê pîrozbahiyê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir

.

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta serkeftina çaremîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pîrozbahiyê li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike.
Teksta peyamê:


Birêzan, Komîteya Navendî ya Nû ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Piştî rêzgirtin û silavan


Em bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi helkefta serkeftina Kongreya Çaremîn a partiya we û hilbijartina serkirdatiya nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li we pîroz dikin.


Em hêvîdar in ku pêşniyar û biryarên berê di berjewendiya serkeftina ezmûna gelê me û yekrêzî û rêveberiyeke baştir û layîqê hevwelatiyên Kurdistanê de be.


Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn